Zarokê ket çem jiyana xwe ji dest da 2025-07-06 22:05:27       NAVENDA NÛÇEYAN- Ozkan Çam, zarokekî ku li Mereşê ji bo hênik bibe ket nav avê, jiyana xwe ji dest da.   Ozkan Çam ê 15 salî, piştî ku li navçeya Onikişubat a Mereşê ji bo hênik bibe ket çem winda bû. Dema ku mirovên derdorê rewş dîtin, agahî dan jenderme û tîmên tenduristiyê.   Ozkan Çam, ku bi alîkariya mirovên derdorê ji avê hate derxistin û ji hêla tîmên tenduristiyê ve birin nexweşxaneyek taybet, hate ragihandin ku tevî mudaxeleyê jî nehatiye rizgarkirin.