Peyama jinên qada Newrozê: Em azadiya Serok Apo dixwazin 2026-03-21 10:26:55   AMED - Jinên ku tevlî Newroza Amedê bûn bi lêv kirin ku ew azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan dixwazin.   Li Qada Newrozê ya Amedê bi dirûşmeya “Newroza aştî û yekîtiya demokratîk” Newroz tê lidarxistin. Welatî bi cil û bergên xwe yên gelerî berê xwe dan qada Newrozê. Di têketina qadê de jinan tim stranan got û dirûşmeya “Jin Jiyan Azadî” berz dikin. Jinên ku tevlî Newrozê bûn peyamên xwe anîn ziman.     Jinên ku tevlî Newrozê bûn destnîşan kirin ku ew bi salan in daxwaza jiyanek û nasnameyek azad dikin û ji bo vê yekê têkoşîna xwe didomînin. Jinan her wiha azadiya fîzîkî ya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan xwest û gotin bêyî wî azadiyek mayînde pêk nayê.