2'emîn Rojên Şanoya Zarokan a Mobî dest pê dike 2025-06-13 11:25:08   AMED - Şanoya Bajêr a Şaredariya Bajarê Mezin a Amed dê di navbera 20-25'ê Hezîranê de li 13 navçeyan duyemîn Rojên Şanoya Zarokan a Mobîl li dar bixe.   2'emîn Rojên Şanoya Zarokan a Mobîl ku ji hêla Daîreya Çand û Karûbarên Civakî ya Şaredariya Bajarê Mezin a Amed ve ji bo zarokên li navçe,  tax û gundan ên ku di xwegihîştina çalakiyên çandî û hunerî de zehmetiyan dikişînin,  dê di 20'ê Hezîranê de dest pê bike. Di çarçoveya Rojên Şanoya Zarokan a Mobîl de, sê hunermendên sîrkê û şeş komên şanoyê ji Stenbol, Wan û Amed dê bi lîstikên xwe yên bi zaravayên Kurmancî û Kirmanckî yên Kurdî bi zarokan re bên gel hev.   Di Rojên Şanoyê de; Şanoya Bajêr a Amedê, ŞanoWan, Navenda Hunerê ya Zarokan, Tiyatroba, Golge Sahne, komên şanoyê yên Nîsk Huner dê bi lîstikên Mîrza û Keybanu, Vewremerdim, Nisko, Daristana me, Hirço û Mozmozik û Sê Ezezok derkevin ser dikê.   Li 13 navçeyan wê were li darxistin   Rojên Şanoyê ku dê 20'ê Hezîranê saet di 20:00 de li Sûmerparkê bi beşdariya komên juggling (3 hunermendên sîrkê) Mordem Sanat, Mavi Mask, Sosyal Oyun Sokakta (SOS) dest pê bike. Li navçeyên Gêl, Licê, Karaz , Pîran , Pasûr, Çermûk, Cûnguş, Bismil, Çinar, Hênê, Erxenî, Hezro  û Farqînê wê 5 rojan dewam bike. Lîstikên şanoyê wê her roj saet 19:00'an de li parkên sê navçeyên cuda werin pêşkêşkirin.