Li Payizavayê ji bo tevlibûna şahiyên biharê bang 2025-06-19 11:14:47   Memîhan Zeydan   WAN - Hevşaredara Payizavayê Mukaddes Karakoç got ku cara yekem li Payîzavayê mîhrîcan tê lidarxistin û got, "Em li benda gelê xwe ne ku beşdarî mîhrîcan ku li meydana bajêr tê lidarxistin bibin."   Şaredariya navçeya Payîzava a Wanê ku di hilbijartinên dawî de ji desteserkirinê rizgar bû, bi rêveberiya ku di hilbijartinên dawî de hatibû hilbijartin re dest bi organîzekirina çalakiyên çandî û xwezayî ji bo gel kir. Şaredariya Payîzavayê ku berê mîhrîcana zarok û basketê li dar xist vê carê dê mîhrîcan biharê li dar bixe ku hemû beşên civakê dikarin beşdar bibin. Cara yekem li navçeya Payîzavayê mîhrîcanek tê lidarxistin.   Hevşaredara Payîzavayê Mukaddes Karakoç ji bo tevlibûna mihrîcana biharê ku dê di roja Înê 20' ê Hezîranê de bê lidarxistin kir.   'Divê gel civakî bibe'   Mukaddes Karakoç ku diyar kir ji bo mîhrîcan ku wê li dar bixin mehekê amadekarî kirine, got, "Pêdivî ye ku gel civakî bibe. Gundên Payîzavayê ji hev û navenda navçeyê pir dûr in. Em ê mîhrîcanê li meydana bajêr li dar bixin. Em difikirin ku gelê me, bi taybetî jin û ciwan, hewceyê mîhrîcaneke wusa ne. Em bawer dikin ku ew ê bi coş be. Hunermendên ku gel jê hez dike jî dê beşdarî mîhrîcana me bibin."   'Mîhrîcana yekem a berfireh e'   Mukaddes Karakoç ku bal kişand ser wê yekê ku çalakiyên weha dê berdewam bikin, got, "Heta niha li Payîzavayê tu mîhrîcan konser nehatine lidarxistin. Ev dê ya yekem be. Me çend caran berê mîhrîcanan zarokan li dar xistin. Me li gundên xwe jî mîhrîcananên basketê li dar xistibûn, lê me nekarîbû mîhrîcanek wusa berfireh ku jin, ciwan û hemû beşên civakê beşdar bibin li dar bixin. Em kêfxweş in ji ber ku ev ya yekem e. Ji aliyekî din ve, girîng e ku gel bi çalakiyên weha stresê xwe sivik bike."   Mukaddes Karakoç, diyar kir ku ew li bendê ne ku bi coş gel beşdarî mîhrîcanê bibe û got, "Em bawer dikin ku ew ê bi govend û stranan demek xweş derbas bike. Em plan dikin ku ji bo pêşerojê çalakiyên wekî mîhrîcanê yên berfirehtir organîze bikin. Mîhrîcanek dikare li dora Gola Çalyan were lidarxistin."   'Banga tevlibûna mîhrîcanê'   Di dawiyê de, Mukaddes Karakoç got, "Em li bendê ne ku gelê me, bi taybetî jin û ciwan, beşdarî mîhrîcana me ya biharê bibin ku em ê roja Înê, 20'ê Hezîranê, di navbera saet şeş û deh de li meydana bajêr li dar bixin."