Festîvala jinan li Gimgimê di roja duyemîn de ye 2025-06-30 14:58:42     MÛŞ - "Mîhrîcana Çand û Xwezaya Jinê" li Gimgimê di roja xwe ya duyemîn de bi atolyeya Jîneolojiyê û çalakiyên cûrbecûr berdewam dike.   "Mîhrîcana Çand û Xwezaya Jinê" ku bi dirûşmeya "Bi çand xweza û jina azad ber bi Civakeke Demokratîk ve" li navçeya Gimgimê ya Mûşê dest pê kir, di roja xwe ya duyemîn de berdewam dike. Jinên ku di saetên sibehê de li hev civiyan, meşên xwezayê û çalakiyên werzîşê pêk anîn.   Di çarçoveya festîvalê de, di tevahiya rojê de Komxebata Jineolojiyê, çalakiyên werzîşî yên cûrbecûr û konserên muzîkê dê werin lidarxistin. Di çalakiyên ku jin bi xwezayê re hevdîtinê dikin de, ezmûnên li ser avakirina jiyaneke azad jî têne parvekirin.   Têkiliya di navbera jin û zanistê de    Endama Lijneya Edîtoriya Kovara Jineolojiyê Rojda Yildiz di Komxebata Jineolojiyê de pêşkêşiyek bi sernavê "Jin û Zanist" pêşkêş kir.    Pêşkêşiya ku bi şêweyê sohbetekê pêk hat, li ser pênase û têgihîştina civakî ya zanistê dewam kir.    Rojda Yildiz diyar kir ku divê zanist ji pênaseyên desthilatdariyê wêdetir biçe û bal kişand ser girîngiya avakirina têgihîştinek alternatîf a zanistê ya ji perspektîfa jinan.   Komxebat piştî pêşkêşiyan bi dawî bû.   Festîval bi turnuvaya voleybolê û gerandina govendê dewam dike.