ZIMANGER hat vekirin: em li her derê Kurdî biaxivin 2025-12-17 09:02:16   Evîn Çîftçî   RIHA - Jinên tevli vekirina ZIMANGER bûn wiha got: “Divê Kurdî bibe xwedî statu û di perwerdê de bibe zimanê fermî. Ev ne daxwazek kêfiye, ferz e.”   Zextên li ser zimanê Kurdî bi sedsalane bi awayekî sîstematîk didomin. Zextên li ser Kurdî wek polîtîkayeke dewletê berdewam kir. Ji avakirina komarê heta niha ev polîtîka her çûn giran bûn. Tevî vê gelê Kurd têkoşîna jiyankirina zimanê xwe didin. Bi taybet dayik di vê mijarê de rolek girîng dilîzin û ziman nifş bi nifş heta îro dane jiyankirin. Li Rihayê rojên borî de ZIMANGER hat avakirin. Ev yek ji mînaka herî rojevî ya vê têkoşînê ye.   Jinên tevli ZIMANGER bûn der barê polîtîkayên asîmîlasyonê de ji ajansa me re axivîn.   ‘Zimanê me nasnameya hebûna me ye’   Salîha Şîmşek diyar kir ku ji bo zimanê Kurdî bibe zimanê fermî divê xebat bên zêdekirin û got: “Ziman nasnameya hebûna me ye. Beirya her tiştî divê mirov xwedî li zimanê xwe derkevin. Em dixwazin saziyên ziman li der derê Kurdistanê bên avkairin. Kes bi zimanê xwe tên zanîn. Ji bo pêşketina ziman perwerdehî şert e.”   ‘Ev ne daxwaze em ferz e’   Aktîvîsta TJA’yê Başak Saridal jî banga xwedîderketina li ziman kir û wiha vegot: “Divê Kurdî bibe zimanê fermî. Ev ne daxwazek kêfiye. Ev ferz e. Bi mîlyonan Kurd li dibistanan perwerdê dibînin. Lê ne bi zimanê xwe bi zimanekî din dibînin. Ev jî rê li ber qelsiyê ve dike û bisernakeivn. Em li dijî polîtîkayên asîmîlasyonê dikarin saziyên xwe li her derê vebikin. Her kes dikare bê ZIMANGER û perwerdehiyê bibîne.”   ‘Divê gelê Kurd bi zimanê xwe biaxive’   Hevseroka Komeleya Çand û Piştevaniya Malbatên Xizmên Xwe Winda Kirine (KATDER) Makbule Yavuzer jî destnîşan kir ku divê pêvajoya aştiyê de Kurdî bibe xwedî statu û wiha bi lêv kir: “Em dixwazin zarokên me Kurdî biaxivin. Zimanê me nasnameya me ye. Zimanê me tune be em jî tune ne. Zarokên me pêşeroj ame ne. Em di pêvajoyeke aştiyê de ne. Divê daxwazên me bên dîtin.”