Şaredariya Peyasê bi rêya hunerê ciwanan tîne cem hev 2026-04-30 08:50:03   AMED - Kursên Hunerî yên belaş ên serdema nû li Atolyeya Hunerê ya Gerînendetiya Çand û Karên Civakî ya Şaredariya Peyasê dest pê kirin.   Gelek xwendekarên ku di van kursan de beşdar bûbûn, di ezmûnên ketina Konservatuarê de serkeftî bûne.   Atolyeya Hunerê ya ku di bin birêvebiriya Gerînendetiya Çand û Karên Civakî de ye, ji bo ciwanan atolyeyên tembûr, erbane, govend, şano, piyano û perwerdeya vokalê vedike. Şaredariyê ciwan vexwendin ku beşdarî kursên belaş ên li taxa Huzurevleriyê bibin.   Mifteya serkeftinê   Sala borî, gelek xwendekarên ku li Atolyeya Hunerê kursên cuda yên hunerî yên belaş dîtibûn, di ezmûnên Konservatuarê û Dibistana Hunerên Bedew de bi ser ketin.