Dê Mîhrîcana Jinan a Sakîne Cansiz bê lidarxistin 2026-06-22 11:52:46   NAVENDA NÛÇEYAN - Dê 13’yemîn Mîhrîcana Jinan a Sakine Cansiz, her sal ji bo bîranîna yek ji kadroyên damezrîner ên PKK’ê Sakîne Cansiz ku di 9’ê Çileya 2013’yan de li Parîsê hate qetilkirin, bê lidarxistin.   13’emîn Mîhrîcana Jinan a Sakîne Cansiz ku ji aliyê Yekîtiya Jinên Kurd a Swîsreyê (YJK-S) ve tê organîzekirin û ji aliyê zêdetirî 20 rêxistin û înîsiyatîfên jinan ve tê piştgirîkirin, dê di 28’ê Hezîranê de li Zurichê bi dirûşmeya "Niha Dem Dema Jinan e" were lidarxistin.   Berdevka Demê ya YJK-S Selma Surerê ji Ajansa ANF'ê re axivî û diyar kir ku amadekariyên mîhrîcanê bi mehan e didomin û ne tenê jinên Kurd, di heman demê de gelek saziyên ku bi Tevgera Jinên Kurd re di nava hevgirtinê de ne jî dê beşdar bibin. Selma Surerê destnîşan kir ku li seranserê Swîsreyê xebat têne meşandin û got: “Bi baweriya bi nirx û pêşengên xwe em vê têkoşîn mezin dikin û didomînin. Bi vê wesîleyê em ê di 28’ê Hezîranê de di saet 11:00’an de li qada mîhrîcanê ya Kasernenarealê ya li Swîsreyê bên cem hev. Meclîs û komunên me li her deverê xebatên mîhrîcanê dimeşînin. Ji bo vexwendina gel, mal bi mal belavok tên belavkirin. Ji bo hevrêyên ku dê ji kantonên dûr werin jî otobûs hatine amadekirin.”   Selma Surerê diyar kir ku hemû amadekariyên li qada mîhrîcanê temam bûne, di nav de bernameyên sehneyê, standên xwarin û agahdariyê û qadên zarokan. Wekî din, îsal cara yekem dê konek taybetî were danîn da ku jiyan û têkoşîna Sakîne Cansız were nîşandan.   Hevseroka CDK-S Dîlan Çetinkayayê jî ji Ajansa ANF'ê re axivî û diyar kir ku armanca mîhrîcanê ew e ku çalakiyekê çêbikin ku jiyana Sakîne Cansiz û têgihîştina wê ya li ser pêşengiya jinan di têkoşînê de nîşan bide. Dîlan Çetînkaya, got ku armanca wan ew e ku jinên ji çar aliyên Swîsreyê di vê mîhrîcanê de bînin cem hev.   Dîlan Çetînkayayê anî ziman ku bernameya mîhrîcanê pir bihêz û dewlemend e û got ku ji bo jinan û zarokan amadekariyên taybet hatine kirin. Dîlan Çetînkayayê da zanîn ku ji çar parçeyên Kurdistanê hunermend dê derkevin ser dikê û got ku di çalakiyên zarokan de Zarok Ma jî dê amade be. Dîlan Çetînkaya hemû gel, ciwan û malbatan bi zarokên wan re vexwend mîhrîcanê.   Dîlan Çetînkaya, diyar kir ku mîhrîcanê dê 28’ê Hezîranê roja Yekşemê saet 11:00’an de li qada Kaserneareal a bajarê Zurich bê lidarxistin.   Di bernameyê de hunermend Ayfer Duzdaş, Nûbûn, Naze Azizi, Eylul Nazliler, Berfîn Demîr, Nûarîn, Koma Stranan a Jinan (Hunera Mizgîn Swîsre), koma folklorê ya Swîsre, koma reqsên herêmî, Koma Erbane, çadira Dengbêjan û Zarok Ma derdikevin ser dikê.