Di Mîhrîcana Tetwanê de wêje û çanda Kurd hat nîqaşkirin 2026-08-07 20:43:22   BEDLÎS - Mîhrîcana Çand û Hunerê ya Tetwanê di roja xwe ya 8’emîn de bi serdana Golên Kraterê yên Nemrûdê û panela “Dîrok, Ziman û Wêjeya Kurdî” berdewam kir. Di panelê de dîroka wêjeya Kurdî, romana Kurdî, muzîk û girîngiya çîrokan hatin nirxandin.   Mîhrîcana Çand û Hunerê ya Tetwanê ku ji aliyê Şaredariya Tetwanê ve bi dirûşma “Li Tetwanê çand heye, huner heye, em hene” tê lidarxistin, di roja xwe ya 8’emîn de bi bernameyên çandî berdewam dike. Bernameya rojê bi panela bi navê “Dîrok, Ziman û Wêjeya Kurdî” dest pê kir. Moderetorê panelê ji aliyê Ahmed Tamîr ve hat kirin. Di panelê de Leylana Sidîq, Dîba Keskîn, Mîrza Mihemedê Şêrwî û Weysî Varli wek axêver tevlî panelê bûn. Di panlê de pankarta “dîrok ziman û wejeya kurdî” hat vekirin û gelek nivîskar û welatî tevlî panelê bûn.   ‘Bila her kes xeyal û jiyana xwe bibe ser kaxizê’   Nivîskar Leylana Sidîq serboriya romana Kurdî nirxand û bang li her kesî kir ku fikr û xeyalên xwe binivîsin û got: “Asta me ya perwerdeyê çi dibe bibe, divê em binivîsin. Divê kes nebêje ‘ez nikarim binivîsim’. Bila her kes xeyal û jiyana xwe bîne ser kaxezê. Divê em xeyalên xwe biçûk negirin û li hember jiyanê tim meraqdar bin. Mantiq û meqûlî dikare me ji Ayê bibe Byê, lê xeyal dikare me bibe her derê. Divê em bi dilê xwe li jiyanê binêrin.”   ‘Muzîk û çanda gelekî nîşana hebûna wî ye’   Nivîskar Veysî Varli ku li ser deng û tîpên Kurdî xebatan dimeşîne, bal kişand ser muzîka Kurdî û axaftina xwe wiha berdewam kir: “Muzîk peyveke Yewnanî ye, gava tiştek hebe divê navê wî jî hebe. Li Kurdistanê navê muzîkê ‘Lur’ e. Di nav muzîkê de şer, aştî û coş heye. Gel her bi muzîk û çanda xwe heye. Îro ciwan muzîka biyanî diparêzin lê tiştekî Kurdî nagirin dest. Çanda Kurdî çandeke devkî ye û ev tişt naye înkarkirin.”   ‘Çîrokê bûn pira navbera nifşan’   Dîba Keskîn jî li ser girîngiya çîrokên Kurdî nivîskar axivî û bal kişand ser rola jinan a di afirandina çandê de û wiha got: “Çanda Kurdî devkî ye û piraniya wê ji aliyê jinan ve hatine afirandin. Em gava biçûk bûn bi çîrokên ku dayikên me ji me re digotin mezin bûn. Me her kêliya jiyanê bi xêra van çîrokan fêr bû û ev ji bo me bû perwerdeyek. Ev çîrok bûn pira navbera nifşan. Wêje, çand û muzîk koka gelan e. Em Kurd di vê mijarê de hinekî dereng hişyar bûn da ku xwedî li çanda xwe derkevin.”   Panel piştî pirs û bersivan bi dawî bû.