Bi xêzkirina sûretan hestên mirovan tîne ziman

  • 09:01 27 Îlon 2022
  • Çand û Huner
 
Rojda Aydin 
 
ÊLIH - Sozdar Tûrgût, di temenê biçûk de eleqeyê nîşanî xêzkirina sûretan dide û heta îro jî li ser vê yekê hewl daye ku xwe pêş bixe. Sozdar, diyar kir ku bi xêzkirina sûretan hewl dide ku hestên mirovan bîne ziman. 
 
Sozdar Tûrgût (28) a ku eslê xwe ji Êlihê ye. Sozdar di temenê biçûk de eleqeyê nîşanê xêzkirina wêneyan dide. Di 16 saliya xwe de dest bi xêz kirina sûretan kiriye. Sozdar, ji me re behsa kar û barê xwe kir. 
 
Sozdar, wiha bal kişand ser destpêka wênesaziyê: "Di dibistanê de eleqeyek min li ser xêzkirina sûretan hebû. Bi kelecan û kêfxweşiyeke mezin ez çûm tevlî van dersan bûm. Li lîsê mamosteyek min hebû û digot kesên dixwazin dikarin bên tevlî kursên min ên xêzkirina sûretan bibin. Her roj piştî dibistanê ez diçûm kursê. Mamosteya min dît ku ez pir eleqedar im destûrê neda ku ez dev ji xêzkirinê berdim. Ez û mamosteya xwe li ser dîwarên dibistanê sûretan xêz kir. Piştî ku mamosteya min çû jî min dev ji xêzkirina sûretan berneda. Bi taybetî malbata min jî piştgirî da min. Li Mala Gel a Mûsa Anter jî kurs hebûn ez çûm li vir jî. Ez li vir jî hînê gelek tiştan bûm."
 
'Min dev jî xêzkirinê berneda'
 
Sozdar bi piştevaniya malbata xwe karê xwe domandiye û wiha dirêjî da axaftina xwe: "Ger ku malbata min piştgirî neda, min niha dev ji xêzkirinê berdabû. Di dema lîsê de ez tevlî pêşbirka xêzkirina sûretan bûm û min diyarî werdigirtin. Di nava civakê dexêzkirina sûretan biçûk dihat dîtin. Ji bo civakê xêzkirina sûretan wek pîşeyek vala tê dîtin. Lê malbata min dema ku dît ez serkeftîme û sûretan baş xêz dikim ew jî piştgirî dan min. Piştî vê tevlî ezmûnên sûret xêzkirinê bûm. Ez 4 salan çûm Fakûlteya Perwerdê beşa sûretê. Li zanîngehê ez bi xwe hînê xêzkirina wêneyan bûm. Dema ez ketim ferqa qabiliyeta xwe min êdî dev jî xêzikinê berneda.”
 
'Tiştên hatî jiyîn xêz dikim'
 
Sozdar, di axaftina xwe de wiha bal kişand ser derdorê: "Weke jinek dema ku min sûret xêzdikir hemû kes bi çavekî cûda li min dinêrî. Ji ber ku civak eleqeyê nîşanê vê karî nedida. Îro ne civak malbata min piştevaniya min dike. Tiştê ku di xeyalê min de ye ez wê tiştê xêz dikim. Sûretên ku ez xêz dikim de jî tiştên rast û ne rast tevlîhev dikim û li ser vê yekê sûretan xêz dikim. Ez dixwazim tiştên ku hatine jiyîn bi xêzkirina sûretan bînim ziman." 
 
'Ez sûretên zarokan xêz dikim'
 
Sozdar, diyar kir ku di şer de herî zêde zarok, jin, pîr û kal mexdûr dibin ez jî bi taybetî sûretên wan xêzdikim û wiha bi lêv kir: "Bi taybetî jî kesên ku ji şerê Sûrî mexdûr bûne sûretên wan xêzdikim. Ez dixwazim hestiyariya wan xêz bikim. Dema ez xêz dikim ez jî heman hestê dijîm. Çawa ku helbestvan hêstên xwe dike helbest, nivîskar dinivsîne ez jî hestan xêzdikim. Bi taybetî jî ez sûretên zarokan xêz dikim. Alan Kurdî yê 3 salî di 2'yê îlona 2015’an de bi malbata xwe re xwest derbasî Yewnanîstanê bibe di behrê de xeniqî û cenazeyê wî li navçeya Bodrûma Muglayê hatibû dîtin. Ev dîmenê ku derket holê pir bi êş bû û ez gelek bi hestiyar bûm. Min jî wêneyê wî xêz kir. Min Alan li kêleka kuçikekî xêz kir. Ji ber ku tenê kuçik diçe alîkariya wî zarokî. Ew kuçik zarokê bêhn dike û hewl dide ku şiyar bike."
 
‘Ez ê li pêy xeyalên xwe biçim'
 
Sodar, wiha dawî li axaftina xwe anî: "Ez dixwazim pêşangehek vekim û hemû berhemên xwe li vir derxim pêşberî gel. Lê di dema pandemiyê de min li ser banê mala xwe pêşengehek vekir û wêneyên xwe li vir pêşkeşî malbat, xizm û cîranê xwe kir. Ji bo zarokan ez ê kursek vekim. Her wiha ez ê li pêy xeyalên xwe biçim."