Sushîla Karkî bû serokwezîra Nepalê 2025-09-13 10:41:59   NAVENDA NÛÇEYAN - Seroka berê ya Dadgeha Bilind Sushîla Karkî wekî serokwezîra demkî sond xwar û bû serokwezîra jin a ewil a Nepalê.    Li Nepalê krîza siyasî ku li dijî qedexekirina medyaya sanal dest pê kir û paşê veguherî xwepêşandanên girseyî, bû sedema ku Serokwezîr Khadga Prasad Sharma Olî îstifa bike. Bi vê re li welêt derî li serdemeke nû vebû. Seroka berê ya Dadgeha Bilind Sushîla Karkî, wekî serokwezîra demkî dest bi kar kir. Tê payin ku hilbijartinên nû, di 5'ê Adara 2026'an de bên kirin.    Li Nepalê piştî xwepêşandanên bi rojan, di dîroka welat de tiştekî nebûyî pêk hat. Seroka berê ya Dadgeha Bilind Sushîla Karkî, wekî serokwezîra demkî sond xwar û bû serokwezîra jin a ewil Nepalê.     Li gorî çapemeniyê, Sushîla Karkî, li ofîsa Serokkomarê Nepalê Ram Chandra Paûdel bi merasîmekê sond xwar û dest bi karê xwe yê serokwezîrtiyê kir. Ev yek di anketa online ya ji aliyê xwepêşandêran ve li ser Discordê hat çêkirin de, piştgiriyeke mezin ji bo Sushîla Karkiyê da der. Bi vî awayî Sushîla Karkî, di dîroka welêt de bû serokwezîra jin a ewil.    Li gor daxuyaniya ji aliyê ofîsa serokwezîrtiyê hat kirin, Ram Chandra Paudel, li gor nêrîna Sushîla Karkiyê meclisê fesix kiriye û tê payin hilbijartinên nû di 5'ê Adara 2026'an de bên lidarxistin.