Xelata Azadiya Çapemeniyê dan Sendîkaya Rojnamegeran a Sudanê 2026-05-01 13:52:19   NAVENDA NÛÇEYAN - Xelata Azadiya Çapemeniyê ya Guuillermo Cano / UNESCO’yê dan Sendîkaya Rojnamegeran a Sudane ku li dijî hedefgirtina rojnamegeran a li welêt bi roleke mezin a têkoşînê rabû.    Rêxistina Perwerde, Zanist û Çandê (UNESCO) ya Neteweyên Yekbûyî (NY), her sal di çarçoveya 3’yê Gulanê Roja Azadiya Çapemeniyê ya Cîhanê de Xelata Azadiya Çapemeniyê ya Guillermo Cano dide. Xelata îsal jî da Sendîkaya Rojnamegeran a Sudanê.    Li gorî agahiyên UNESCO'yê parve kiriye, bi şerê navxweyî yê Sudanê anku ji sala 2023’yan heta niha herî kêm 32 rojnamegeran jiyana xwe ji dest dan. Di heman demê de li dijî xebatkarên çapemeniyê herî kêm 556 caran binpêkirinên maf hatin kirin û gelek rojname û stasyonên radyoyê hatin girtin. UNESCO’yê, diyar kir ku Sudan ji bo rojnamegeriyê yek ji welatên herî xetere ye û got mijarên behsa xeberê ji hêla sendîkayê ve hatine belgekirin.    Dîrektorê Giştî yê UNESCO’yê Khaled El-Enany, li ser hesabê xwe yê medyaya dijîtal peyamek weşand û got ku endamên Sendîkaya Rojnamegeran a Sudanê, cisareteke mezin nîşan dane, tevî hemû zehmetiyan jî di demên herî pêwîst de agahiyên jiyanî û rast bi civakê re parve kirine û got: “Ev dilsoziya wan, ji hêla heqîqet, hesabdayîn û aştiyê xizmeteke jiyanî ye. Ev xelat ne tenê ji bo naskirina Sendîkaya Rojnamegeran a Sudanê, di heman demê ji bo hemû rojnamegerên Sudanî yên di bin şertên zehmet û xetere de rastiyê û azadiya çapemeniyê diparêzin, seknekî rêzgirtinê ye.”