Şewba Ebolayê ya li Kongoyê belav dibe 2026-08-19 13:39:44   NAVENDA NÛÇEYAN - Rêxistina Tenduristiyê ya Cîhanê ragihand ku şewba Ebolayê ya li Komara Demokratîk a Kongoyê ji kontrolê derdikeve û xeteriya belavbûna di qada navneteweyî de zêde ye.   Rêxistina Tenduristiyê ya Cîhanê ragihand ku şewba Ebola ya li Komara Demokratîk a Kongoyê bi lez belav bûye, “hîna nehatiye kontrolkirin”.   Dîrektorê Giştî yê rêxistinê Tedros Adhanom Ghebreyesus got, di nava welêt û qada navneteweyî de xeteriya belavbûna şewbê zêde ye.