3'yemîn Konferansa Jinan a Cîhanê li Tûnisê dest pê kir

  • 14:23 5 Îlon 2022
  • Cîhan
NAVENDA NÛÇEYAN - Ji nêzî 30 welatan jin tevlî 3'yemîn Konferansa Jinan a Cîhanê bûn û konferansa jinan dê heta 10'ê îlonê bidome. 
 
3'yemîn Konferansa Jinan a Cîhanê ku ji nêzî 30 welatan delegeyên jin beşdar bûn, duh li Tûnisê bi meşekê dest pê kir. Jinan bi reng û alên xwe yên neteweyî cihê xwe di meşê de girtin. Hemû jinan bi yek dengî bi her zimanî dirûşm berz kirin. Konferansa ku duh dest pê kir dê heta 10'ê Îlonê bidome. 
 
Jin wê di konferansê de behsa tecrubeyên xwe bikin û gelek mijarên jinê nîqaş bikin. Di konferansa ku duh piştî meşê dest pê kir de, çalakiyên roja vekirinê hatin lidarxistin.
 
Jinên beşdarî konferansê bûn, axaftina vekirinê kirin û diyar kirin ku ew ê têkoşîna xwe ya li dijî zilm û zordariyê gav bi gav bi pêş bixin. Yek jî wan beşdarvanan Monîca Garner anî ziman ku ew rewşa jinên ji welatên cuda dişopînin û berxwedana li dijî zext, tundî, çewisandin û zehmetiyan dişopînin her wiha bal kişand ser zehmetiyên ku ew dikşînin. 
 
Monica Garner 3'yemîn Konferansa Jinan a Cîhanê weke konferanseke mînak a ji bo pirsgirêkên jinan li ser bingehên hevpar bên nîqaşkirin pênase kir her wiha destnîşan kir ku jin hewl didin ji bo maf û çarenûsa xwe hemû astengiyên li pêşiya xwe derbas bikin û têkoşîna xwe didomînin.
 
Seroka Komeleya Jinan a Demokratîk a Tûnisê Naîla El-Zaglamî diyar kir ku ew daxwaza xwe ya wekheviyê bi her awayî dubare dikin û destnîşan kir ku divê têkoşîna li dijî her cure cudakariyê, di nav de mûçeyên wekhev ên ji bo xebata wekhev, bê kûrkirin û têkoşîna li dijî tundiya li ser jinan berdewam bike. (JINHA)