3'emîn Konferansa Jinan a Cîhanê bi xebatên atolye berdewam kir

  • 11:39 6 Îlon 2022
  • Cîhan
NAVENDA NÛÇEYAN - Xebatên 3’yemîn Konferansa Jinan a Cîhanê ya ku li Tûnisê tê lidarxistin di roja xwe ya duyemîn de didomIN. Jinên ku beşdarî konferansê bûne bi xebatên atolye pirsgirêkên ku jin ji ber krîz û aloziya heyî pê re rû bi rû dimînin nîqaş kirin.
 
xebatên 3’yemîn Konferansa Jinan a Cîhanê li navenda çandê ya Mehmûd El-Mesûdî a li Tûnisê bi rêze atolye û pêşangehek ji berhemên hin welatan berdewam kir.
 
Dê atolye li ser teşhîskirina rastiya jinan a li herêmê û bandora şer a li ser wan nîqaş hatin meşandin, her wiha di atoleyan de wê jin balê bikişînin ser meylên femînîst û girîngiya birêxistinkirina Roja Cîhanî ya Jinan ku her sal di 8’ê Adarê de tê pêşwazîkirin. Dê konferans balê bikişîne ser girîngiya yekkirina hewildanên jinan a ji bo rûbirûbûna krîza jîngehê û ronîkirina bandorên qeyranên aborî, siyasî û civakî yên li ser jinên li Kamerûn û çend welatên Afrîqî.
 
Atolye dê wiha bin: Atolyeya li ser jiyana di nava pergala mêtîngeriyê û civakên xwezayî de, atolyeya li ser karkerên jin ên li Tûnisê, atolyeya li ser jinên ciwan û keçên li cîhanê û ya din jî li ser jinên karker û sendîkaya karkeran a li ser asta gerdûnî ya li Tûnisê.
 
Her wiha atolyeyek li ser şer û bandora wê ya li ser jinê û weke çeka şer bikaranîna wê, dê bê lidarxistin. Atolyeyek li ser yekkirina xebatên jinan a ji bo rûbirûbûna krîza jîngehê, atolyeyek li ser lênerîna tenduristî û pêşîlêgirtina AIDS, atolyeyek li ser krîza aborî, civakî û siyasî li Kamerûn, atolyeyek li ser perspektîfek nû ya li ser rizgariya jina sosyalist an femînîst an oportunîst û atolyeyek jî dê li ser sosyolojiya azadiya jinê: Azadî, rêxistin û serxwebûnê bê kirin.
 
Her wiha atolyeyek li ser rewşa cîhanî ya wekheviya di navbera jin û mêran de û atolyeyek li ser jinên koçber û atolyeyek bi sernavê "Ji şerên emperyalîst re na, ji azadiyê re erê" jî wê bên kirin.
 
'Rastiya jinên koçber trajîk e'
 
Di komxebata ku li ser rastiya jinên koçber ên ji Tûnis, Afrîqa, Tirkiye û Sûriyeyê tê nîqaşkirin de, ji gelek welatan jin tevli bûn. Beşdaran tekez kirin ku rastiya jinê li hemû deverên cîhanê gelekî zehmet bûye û pêwîstî bi rawestana femînîst a navneteweyî heye ji bo çareserkirina sedemên xirabûna rastiya jinan. Beşdaran dan zanîn ku divê planên navneteweyî ji bo çareserkirina pirsgirêka koçberiya neqanûnî ya jinan û lêgerîna li sedemên ku wan teşwîq dike ku ji bo lêgerîna jiyanek çêtir rûbirûyê hemû xetereyan bibin, bên pêş xistin. Beşdaran destnîşan kirin ku şert û mercên dijwar ên aborî û civakî sedemên sereke yê vê yeke ne.
 
Di konferansê de  bal kişandin ser rewşa jinên koçber ên Sûriyê ya di bin siya şer de dijî û wiha gotin: “Pirsgirêka yekem siyaseta şaş a hikûmetê ye ku zirar daye rastiya jinan û bandor li rewşa wan kiriye.” Herwiha hat pêşniyarkirin  ku di nav wan de komîteyek piçûk were avakirin da ku rastiya jinên koçber ên ji Tûnis, Afrîqa, Tirkiye û Sûriyê fam bikin.
 
Çalakvana femînîst a Tûnisî Minana Zeytûnî ji ajansa Nujinhayê re axivî  û diyar kir ku konferans derfetek e ji bo fêmkirina rastiya jinan û êş û azarên wan ên li hemû deverên cîhanê û wiha got: “Girîng e ku sedemên pirsgirêkan rave bikin da ku wan çareser bikin.”