
Jinên Beluc: Bila her kes bibe dengê me
- 16:48 7 Tebax 2025
- Cîhan
NAVENDA NÛÇEYAN - Jinên Beluc ên ji bo aşkerakirina aqûbeta kesên bi darê zorê hatine windakirin û berdana aktîvîstên Beluc di çalakiyê de ne, bang li her kesî kirin ku bibin dengê wan.
Çalakiya rûniştinê ya jinên Beluc li dijî windakirinên bi darê zorê ya ji hêla dewleta Pakistanê ve, girtina aktîvîstên Beluc û lîderên Komîteya Yakcetî ya Beluc (BYC) dane destpêkirin, di roja 23’yan de didome. Jinên ku li pêşiya Kuluba Çapemeniyê ya Îslamabadê çalakiya xwe didomînin, gotin: “Banga me ji bo tevahiya milet, hemû çînan, hemû bajar û her kesên têgihiştî ew e ku piştgiriyê bidin me û bibin dengê me. Heta ku hezkiriyên me tên berdan û edalet pêk tê dê çalakiya me ya rûniştinê bidome.”