Li Faşirê destdirêjî li 150 jinan hat kirin

  • 12:55 8 Mijdar 2025
  • Cîhan
NAVENDA NÛÇEYAN - Hate zanîn ku derdora 150 jin dema ku ji bajarê Faşir ê li herêma Darfûrê ya Sûdanê direviyan destdirêjî li wan hatiye kirin.
 
Berdevkê Koordînasyona Giştî ya Kampên Koçber û Penaberan Adem Rîcal îro got zêdetirî 150 jin dema ji ber tundiyê ji bajarê Faşirê direviyan,  destdirêjî li wan hat kirin.
 
Berdevk îşaret pê kir ku Hêzên Piştevaniya Lezgîn êrişî kesên ku ber bi herêma Tewîla (nêzî 60 kîlometreyan li rojavayê Faşirê ye) direviyan, kir û di encamê de bi kêmanî hezar û 300 kes birîndar bûn.
 
Adem Rîcal da zanîn ku hejmara kesên gihaştin herêma Tewîla 15 hezar kir û got rewşa fîzîkî û derûnî ya hin kesan xirab e.
 
Rîcal destnîşan kir ku bi kêmanî milyonek koçberan xwe li herêma Tewîlayê girtiye û banga piştevaniya madî û derûnî kir.