Fîdan Dogan: Diplomasî, bîr û têkoşîna jinan

  • 09:06 6 Çile 2026
  • Portre
Derya Ceylan
 
NAVENDA NÛÇEYAN - Fîdan Dogan (Rojbîn) ku li Parîsê ligel Sakîne Cansiz û Leyla Şaylemez hat kuştin, bi xeta xwe ya siyasî ya ku têkoşîna jinên Kurd anî qada navneteweyî tê bîranîn.
 
Sakîne Cansiz (Sara), kesayetek pêşeng di têkoşîna rizgariya jinên Kurd de û endamek damezrîner a PKKê; Fîdan Dogan (Rojbîn) ku têkoşîna jinên Kurd anî qada dîplomatîk a Ewropayê û Leyla Şaylemez (Ronahî), kesayetek sembolîk a nifşê ciwan ê berxwedana jinan, di 9’ê Çileya 2013’an de li Parîsê hatin kuştin. Ev kuştina siyasî ku li Ewropayê hat kirin, ne tenê jiyana sê jinan, lê di heman demê de têkoşîna dîrokî, navneteweyî û berdewam a tevgera jinên Kurd jî hedef girt. Fîdan Doğan, yek ji van sê jinan, îro jî bi têkoşîna xwe ya ku bi dîplomasiyê ve girêdayî ye û mîrateya ku li pey xwe hiştiye tê bîranîn.
 
Jiyanek ji zarokatiyê de ber bi têkoşînê ve
 
Fîdan Dogan ku di sala 1982’yan de li navçeya Elbistanê ya Mereşê ji dayik bû, di temenê xwe yê ciwan de têkoşîna siyasî nas kir. Li gorî malbata wê, ew zarokek bû ku xwedî hestek berpirsiyariyê ya xurt, hesasiyeta li hember derdora xwe û xwedî hişmendiya parvekirinê bû. Pabendbûna tevahiya jiyana Fîdan Dogan a ji bo edaletê di salên paşîn de ew veguherand beşdarek çalak di têkoşîna rizgariya jinên Kurd de.
 
Rojbîn: Xeta têkoşînê ya li ser dîplomasiyê ava kir
 
Fîdan Dogan ku wekî "Rojbîn" tê zanîn, bû yek ji wan kesayetan ku pirsgirêka Kurd û bi taybetî têkoşîna jinên Kurd, bi rêya xebata xwe ya li Ewropayê li qada navneteweyî da nasîn. Di têkiliyên xwe yên bi parlemento, platformên civaka sivîl û saziyên navneteweyî yên li gelek welatan, bi taybetî li Fransayê, wê zimanek pêşxist ku jinan wekî aktorên ku diaxivin û polîtîkayê hildiberînin  da nasîn. Têkoşîna wê, ne di warê çekan de di qada gotinan de ; di qada diyaloga vekirî de, şekil girt.
 
‘Di têkiliyan de bi sebir bû’
 
Derdor û hevalên nêzîk ên Fîdan Dogan diyar dikin ku yek ji taybetmendiyên wê yên herî berbiçav wekî berdewamî û sebira wê di têkiliyên mirovan de bü. Di saziyên ku wê bi wan re hevdîtin dikır, di odeyên civînan de, an jî di têkiliyên yekbiyek de, wê zimanek bi kar dianî ku ne bi lez bû, lê bêtir baldar bû û armanc dikir ku aliyê din razî bike dema ku têkoşîna jinên Kurd rave dikir. Di vî warî de, Fîdan Dogan şêwazek siyasî pejirand ku ne tenê daxwazên wê  nişan dida lê di heman demê de axaftinên wê jî neçar dikirin  ku kesên heber berpirsiyariyê bigirin ser xwe.
 
Denge jinan gîhand qada navneteweyî 
 
Malbat û hevalên wê diyar kirin ku Fîdan Dogan ev xet wekî bijarte pejirand. Li pişt çalakiyên wê yên dîplomatîk li Ewropayê baweriya wê bi hêza veguherîner a razîkirin û diyalogê hebû, ne tundûtûjiyê. Ev nêzîkatî ku nîşan dide jin dikarin di qada siyasî ya ku  mêr lê  serdestin jî denge jinan hebe, Fîdan Dogan bü, yek ji kesayetên sembolîk ên tevgera jinên Kurd.
 
Komkujiya Parîsê û Bêcezatî
 
Kuştina Sakîne Cansiz û Leyla Şaylemez li Parîsê di 9’ê Çileya 2013’yan de êrîşeke siyasî ya eşkere li dijî tevgera jinên Kurd bû. Tevî salên derbasbûyî jî dosya hîn jî bê encam e; daxwaza edaletê bêbersiv maye. Ev rewş, wekî ku malbat û tevgera jinan gelek caran dibêjin, ne tenê kêmasiyeke qanûnî ye, lê wekî polîtîkayeke sîstematîk a bêcezatîyê di bîra  mirov de hatiye nivîsandin.
 
Ne şîn, bîra têkoşînê
 
Di daxuyaniyên xwe yên piştî komkujiyê de, malbata Fîdan Dogan daxwaz kir ku navê wê ne ji bo şînê,i wekî sembola têkoşîna ji bo rastî û edaletê di bîra mirovan de bimîne. Tekezkirina li ser "Ev doz dê neyê girtin heya ku edalet neyê bicîhanîn" nîşana pejirandina xeta siyasî ya ku ji hêla Fidan Doğan ve tê temsîlkirin bû.
 
Îro, Fîdan Dogan (Rojbîn) wekî sembola têkoşîna jinên Kurd ku sînor derbas kir, dîplomasî û berxwedan bi hev ve girêda, dijî. Mîrateya wê di zimanê siyasî yê ku jinan li qada navneteweyî, di lêgerîna xwe ya edaletê de û di bîra kolektîf de jîndar e.