Ji sedsala 19’an heta îro: Di çapemaniya azad de ajans (5)

  • 09:05 1 Tîrmeh 2022
  • Dosya
Oznur Deger
 
NAVENDA NÛÇEYAN - Di dîroka berxwedana çapemeniya azad de ajans cihekî girîng digirin. Li Tirkiyeyê bi DÎHA’yê gava weşangeriya ajansê hat avêtin, bi weşangeriya jinan a JINHA'yê jî nasname afirand. 
 
Dîroka nivîskî ya çapemeniya Kurd xwe dispêre sedsala 19’an. Çapemeniya Kurd ku bi dehan rojname û kovarî pêşxistina zimanê Kurd kir hedefa xwe piştî salên 90’î  polîtîkayên qetilkirin û windakirinê yên li hember Kurdan derxist holê û nasnameya çapemeniya azad derxist holê. Ji qetilkirina Musa Anter û şûnde bi sedan rojnamegerî mîrate dewr girtin û kevneşopiya çapemeniya azad didomînin. Di salên 90’î de gelek rojnameger hatin qetilkirin û windakirin. Di rojên borî de di 16’ê Hezîranê de daraza AKP-MHP’ê 16 rojnamegerên Kurd girtin.
 
Girtina rojnamegerên Kurd zext û şîdeta ji dîroka Osmanî heta Komarê û heta salên 90’î ya li hember çapemeniya azad a Kurd anî hişê mirovan. Me jî ji duh heta îro der barê çapemeniya azad de dosyayek amade kir. Di beşa çaremîn a dosyayê de em yek ji lingên girîng a kevneşopiya çapemeniya azad ajansan digirin dest. Bi DÎHA’yê re gava weşangeriya ajansê hat dayîn, bi weşangeriya jinan a JINHA'yê jî nasname afirand. 
 
Xebatek yekem: DÎHA
 
Ajansa Nûçeyan a Dîcleyê ku xwedî taybetiya yekemîn ajansa ji kevneşopiya çapemeniya azad a li Tirkiyeyê hatiye avakirinê ye, di 4’ê Nîsana 2002’yan de bi şîara ‘ji rastiyan tavîzê nade’ hat avakirin. DÎHA ku gelek nûçegîhanê wê hatin girtin di 29’ê cotmeha 2016’an de bi KHK’ê hat girtin. Gelek rojnamegerên wê hatin girtin û gelek nûçegîhan jî ji ber zextên dewletê neçar man derkevin derveyê welat.
 
Dîhaber: Wê rastî di tariyê de nemînin
 
Piştî DÎHA ya bi KHK’ê hat girtin şûnde di 14’ê Mijdara 2016’an de li Amedê Dîhaber bi dirûşma ‘Rastî wê di tariyê de nemînin’ dest bi weşanê kir. Dîhahaber di 25’ê Tebaxa 2017’an de bi KHK’ê hat girtin.
 
Ajansa Mezopotamyayê (MA)
 
Ajansa Mezopotamyayê (MA) di 20’ê îlona 2017’an de li Amedê hat avakirin û nûçeyên xwe bi Kurdî, Tirkî û Îngîlîzî serwîs kir. MA di 20'ê îlonê de ku Apê Mûsa di wê dîrokê de hatibû qetilkirin damezrandina xwe îlan kir û weşana wê didome.
 
Li cîhanê nasnameyek weşanê ya nû: JINHA
 
Ajansa Nûçeyan a Jinê (JINHA) di 8’ê Adara 2012’an de li Amedê dest bi weşanê kir. Li dijî serdestiya mêr a di çapemeniyê de ji bo bibe deng û gotina jinê bi dirûşma ‘Û em zimanê çapemeniyê diguherin. Ji me û şûnde wê capemeniya cîhanê ne wek berê be’ dest bi weşanê kir.  
JINHA di 29’ê Cotmeha 2016’an de bi KHK’ê hat girtin.
 
Gazete Şujin
 
Piştî girtina JINHA’yê rojnamegerên jin pênûsa xwe dananîn erdê û di 19’ê Kanûna 2016’an de bi dirûşma ‘li zimanê çapemeniyê bi niyeta şûjinê’ Gazete Şujin derxistn. Şujinê li Amedê dest bi weşanê kir û di 25’ê Tebaxa 2017’an de bi KHK’ê hat girtin.
 
JINNEWS: bi pênûsa jinê  li pêşiya heqîqetê
 
Ajansa me JINNEWS di 25’ê îlona 2017’an de dest bi weşanê kir.  JINNEWS bi dirûşma ‘bi pênûsa jinê li pey heqîqetê’ b zimanên kurdî, tirkî, kirmanckî, erebî û îngîlîzî dest bi weşanê kir û berdewam dike.
 
Xelas bû.