Li welatên Asyayê bandora El Nîno:Bi mîlyonan kes di bin rîskê de ne 2024-04-26 18:31:55   NAVENDA NÛÇEYAN- Li Fîlîpîn, Bangladeş, Tayland û Hîndistanê ji ber pêla hewaya germ bi mîlyonan mîrov bi bandor dibin. Li gelek gelek welatan dibistan hatin giritn û ji ber klîmayan ceyran zêde tê bikaranîn.   Welatên li Asla Û Başûrê Asyayê, ji ber bûyera hewayê ya El Nîno ji german rojên zehmet dijîn. Li Fîlîpîn, Tayland, Bangladeş û Hîndîsanê bi mîyonan kes bi neyînî bandor dibin û faliyetên perwerde û jiyana rojane bi awayekî girîng asteng dibe.   Fîlîpîn: Germahî zêde dibe   Li Fîlîpînê li 82 herêmên welat hişkesalî tê jiyîn û 31 herêm di bin rîskê d eye. NY hişyariya wê hilberîn bikevin dike û di serî de paytext Manila û gelek bajarên din dibistan derbasî perwerda ji dûr ve bûne.   Tayland: bikaranîna klîmayê zêde bû û windahiyên can   Li Taylandê nav salê de ji ber germahiyê 30 kesî jiyan axwe ji dest da. Bikaranîna klîmayê zêde bû û li Bangkokê germahî gihişt 40.1 dereceyî. Germahiya tê hîskirin jî 52 dereceye.   Bangladeş: Dibistan hatin girtin   Li Bangladeşê germahî heta 42 dereceyî zêde bû. Dibistan ji bo demekê hatin girtin.   Hîndîstan: hilbijartin û bandora hewaya germ   Li Hîndîstanê germahî her diçe bi bandor dibe. Ev bandorê li sre hilbijartinên 6 hefteyî didomin jî dike.