Kana madenê jahrê li gund belav dike! 2025-08-12 09:04:19   AGIRÎ - Xelkê herêmê bertek nîşanî bandorên neyînî yên operasyona madenê ya li navçeya Giyadînê dan û gotin, "Axa me ji me tê girtin, jîngehên me tên wêrankirin. Zirarek bêserûber hem li jîngehê û hem jî li tenduristiya giştî tê kirin. Gotegot hene ku ew ê di nav pênc salên pêş de 13 gundan ji holê rakin."   Wêrankirina jîngeha xwezayî ya Kurdistanê di çarçoveya polîtîkayên şerê taybet de berdewam dike. Koza Holding li navçeya Giyadîn a Agiriyê ku yek ji bajarên ku vê wêrankirina jîngehê dijî, dest bi lêgerîna madenan kiriye. Ev operasyonên madenê, ku dibin sedema qirêjbûna ava çavkaniyên xwezayî û axê, dibe sedema koçkirina kesên li herêmê.   Rapora ÇED'ê   Di sala 2004'an de, şîrketeke Amerîkî li herêmê lêgerîna xezîneyê kir. Koza Holding paşê kar girt ser xwe û lêgerîn di sala 2008'an de qediya. Piştî temamkirina lêgerîna xezîneyê, di sala 2013'an de raporek Nirxandina Bandora Jîngehê (ÇED) hate amadekirin. Di rapora ku hat diyarkirin  bi binpêkirina prosedur û qanûnan hatiye amadekirin, eşkere kir ku rayedarên şîrketê, ne pispor, di Tîrmeha 2022'an de beşdarî civînek agahdarkirina giştî ya li ser madenan bûne ku 50 kes li Mala Mamosteyan a Diyadînê beşdar bûne.   ÇED li ser sê girên derdora Hewza Muradê yeku çem tê de hene. Sê gir li derdora Hewza Muradê ne, ku hewzek avê ya navneteweyî ye û çavkaniya sereke ya avê ya Hewza Firatê ye. Hewza Muradê yek ji çavkaniyên avê yên sereke yên Kurdistanê ye. Siyanûra ku ji bo madena zêr tê bikaranîn di nav axê de tê tevlihevkirin û bi hezaran metreqare erd bêkêr dike.   Niştecihên navçeya Giyadîn a Agiriyê li dijî kana madenê nerazîbûn nîşan dan.   'Gel nizane çawa li ber xwe bide'   Merve Işık, ku diyar kir ew li navçeya Giyadîn a Agiriyê dijîn û bandora vekirina madenê rojane bandorê li wan dike, destnîşan kir ku hin dever bi lezgînî têne desteserkirin. Merve Işik wiha berdewam kir "Gel ne di ferqê de ye, ji ber vê yekê ew nizanin çawa li ber xwe bidin. Dema ku dest pê kir, em ji rewşê aciz bûn. Me gundî hişyar kirin. Me keyayê gundê xwe jî hişyar kir. Me got, ger ev bibe, em ê qebûl nekin. Ji ber ku wan dest bi girtina nimûneyan ji erdê me, ji sînorên heyî yên gund girtin. Me jî nexwest û kayayê me ji me re got, 'Em jî li dijî vê rewşê ne.' Lê ne hemû keya bi vî rengî anafikirin."   'Dînamît malên me dihejîne, zarok ditirsin'   Merve Işik, ku diyar kir ew li dijî xebatên şîrketê ye, rave kir ku şîrketa ku gundî di destpêkê de li dijî wê bûn, paşê hate vegerandin. Merve Işik got: "Hin kesên li gund û kesayetên din ên navdar ew ji Enqerê anîn. Bi rastî, wan guman kir ku ji ber rewşa aborî dê hinek pere bidin wan. Ji ber vê yekê wekî rewşek bi tevahî normal pê re mijûl bûn. Ji roja ku dest pê kir ve dînamît diteqin. Berî ku rêya li jêr were çêkirin, kamyon di kêleka mala me re derbas dibûn. Dengekî ku merîv aciz dikin derdixin. Zarok ji dengê wan ditirsin. Dema ku dînamît tên teqandin, xanî diheje."   'Îhtîmala mezinbûna giya dê kêm bibe û jehrîbûn dê zêde bibe'   Merve Işik destnîşan kir ku "desteserkirina awarte" dema ku wan li dijî vê rewşê derketin hate bicîhkirin, û tekez kir ku ew nikarin tiştek li bikin. Işık nerehetiya xwe ya ji toz û dûmanê anî ziman û got, "Piraniya me cotkar in û di pêşerojê de, îhtîmala mezinbûna giya li vir dê kêm bibe û jehrîbûn dê zêde bibe. Ji ber texrîbata xwezayê çandinî dimire. Ev hemû kes bi xwedîkirina ajalan re mijûl dibin. Meyla wan heye ku biçin çiyayên bilind; wan heta sînorek jî daniye. Wan got ku rêyên ku diçin çiyayên bilind dê piştî demek diyarkirî werin girtin. Ewlehî hatiye danîn; ew nahêlin ku wesayitên gund  derbas bibin. Em ji vê rewşê pir aciz in."   'Ew ê di pênc salan de 13 gundan ji holê rakin'   Merve Işik di dawiyê de ev tişt got: "Erdê min bêyî destûra min bi awayekî lezgîn tê desteserkirin. Berî her tiştî, ew nirxê erdê bêqîmet dikin. Em bi bêhêvî dixwazin ku operasyonên madenê rawestin. Di pêşerojê de, ev dikare hem ji bo jîngehê û hem jî ji bo gelê me encamên xirab hebin. Gotegot hene ku ew ê di nêzîkî pênc salan de 13 gundan ji holê rakin. Ez nizanim ew çiqas rast in. Piraniya gundiyên li vir dê werin derxistin. Ev rewş mirovan aciz dike. Em li vir pêşerojek nabînin. Ji ber ku ew li vir bi cih bûne. Ez nizanim ew ê werin derxistin an na. Ez hêvî dikim ku ew ê werin derxistin."   'Ajalên me dê werin jehrîkirin'   Esma Yaşar, ku nerazîbûna xwe ya li hember hebûna şîrketê li herêmê anî ziman jî got ku ew ji destpêkê ve li dijî van projeyan in. Esma Yaşar got, "Em naxwazin ev şîrket li vir kar bike. Ew erdê me wêran dikin, zirarê didin deştên me û wêran dikin. Ew dînamîtan diavêjin û em li malê ditirsin. Ev erd a me ye, ev der ên me ne. Em naxwazin ku bên talankirin. Dê ajalên bên jahrîkirin."   'Divê ew ji Kurdistanê derkevin'   Hevseroka navçeya Giyadînê ya DEM Partiyê, Nûran Demîr xebatên madenê yên li herêmê rexne kir û bal kişand ser wêranî û zirarê.Nûran Demîr got, "Wan Kurdistan qir kir. Wan ajalên me, zarokên me kuştin. Em nikarin li welatê xwe bijîn; em li her derê êşê dikişînin. Zarokên me, ajalên me, çiyayên me, xwezaya me zirarê dibînin. Em vê şîrketê li vir naxwazin. Ew dînamîtan diavêjin, zarokên me ditirsin, ew naxwazin li malê bimînin. Ajalên me nexweş in. Dewletê çiyayên me wêran kirin. Divê ew ji Kurdistanê derkevin. Ew mirovan ditirsînin da ku têkoşînê nedin. Kes nikare bertek nîşan bide. Divê ew van deran biterikînin."