Di Forûma Aştiya Civakî û Azadiyê de çalakiya ekolojiyê 2026-05-14 15:28:07   AMED - Di çarçoveya Forûma Aştiya Civakî û Azadiyê de, çalakiya "Panarşiya Ekolojik û Rêxistinkirina Civakê" hat lidarxistin.    Di çarçoveya Forûma Aştiya Civakî û Azadiyê de ku Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê tê lidarxistin, çalakiya "Panarşiya Ekolojik û Rêxistinkirina Civakê" hat lidarxistin. Çalakî li Dibistana Avhewayê ya Agroekolojiyê hat lidarxistin. Gelek ekolojist beşdarî çalakiyê bûn.    Ekolojîst Johana Pytlickova ku beşdarî çalakiyê bû, got: "Ya siberoja civakan ava dike, avakirina avaniyên berdewam e. Ev ji sê stûnan pêk tên. Ekolojî, aborî û avaniyên civakî ye. Peyva berdewamiyê ji aliyê pergalê ve hatiye guhertin û ji wateya wê ya xweser hatiye dûrxistin. Divê em ji nû ve wateya vê peyvê lê bar bikin. Berdewamiyî, pêdivî bi veguherîneke hizrî heye. Ji bo pergala kapîtalîst berdewamiyî bes ji bo domandina pergala sermayeyê ye, lê di civakên xwecihî de, li cem gelan bi xwezayê re avakirina aboriya xwe û rêxistinkirina xwecihî ye."   Paşê çalakî bi kargehên ku ji çapemeniyê re girtî dewam kir.