Li Xwarikê nobeda li dijî JES’ê di roja 88’an de ye 2026-07-29 18:24:29   MÛŞ – Dema ku çalakiya nobedê ya li dijî JES’ê li gundê Xwarik ket roja xwe ya 88’an, niştecihên gundê Zengena nobed girtin ser xwe.   Çalakiya nobedê,ku ji aliyê Meclîsa Ciwanan a Platforma Ekolojiyê ya Gimgim ve li dijî projeya santrala enerjiya jeotermal a ku ji aliyê IGNIS H2 Energy Generation Inc. ya li Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê ve li gundê Xwarik ê li navçeya Gimgim  ya Mûşê ye hatiye plankirin, dest pê kir, di roja xwe ya 88’an de berdewam kir.   Nobed ji aliye gundiyên Zengena ve hat dewrgirtin.