Li Dêrsimê li dijî talankirina xwezayê mîtîng

  • 14:14 26 Îlon 2022
  • Ekolojî
 
DÊRSIM - Li dijî talankirina xwezayê, dê di 8’ê cotmehê de li Qada Seyît Riza bi pêşengiya Platforma Ked û Demokrasiyê ya Dêrsimê ve mîtîngek bê lidarxistin û ji bo tevlîbûnê bang hat kirin. 
 
Platforma Ked û Demokrasiyê, li dijî talankirina xwezayê ya li bajêr didome dê di 8’ê cotmehê de bi dirûşma “Em ê bi ser kevin, em qadên jiyanê diparêzin” mîtînga herêmê li dar bixe. Komîteya amadekar a mitîngê serlêdanên pêwîst kirin û têkildarî mijarê daxuyanî da. 
 
Platforma Ked û Demokrasiyê di daxuyaniyê de diyar kir ku Dêrsim bi qirkirina daristanan û rûxandina mêtingeriya madenvaniyê re rû bi rû ye û ev tişt parve kirin: “Erdên me yên çandiniyê, deştên me, mêrg, daristan, newal, çem, parkên me yên neteweyî, mîrasa me ya dîrokî û çandî li ber tunebûnê ne. Qirkirina daristanan û mêtingeriya madenan bênavber didome. Her roj qadên nû yên maedanan dikevin meriyetê. Çiyayên Mûnzûrê, qadên me yên tên parastin, erdên me, daristanên me û mêrgên me hêj niha ve ji hêla kargehan ve hatine birûxsatkirin. Heke em pêşî li ber vê negirin, dê kargehên navneteweyî madenên me yên binerd bibin û ji me re jî erdnîgariyeke mirî û hatiye jehrîkirin bihêlin.
 
Em ê di 8’ê cotmehê saet di 13.30’an de li Qada Seyîd Riza mîtîngê li dar bixin. Li dijî mêtingeriya madenvaniyê û ji bo parastina jiyana xwe, em di mîtînga herêmê ya Dêrsimê de tên ba hev. Dê darên me yên çilo, masî, pezkovî û gelek zindiyên din ên di bin parastinê de tune bibin. Dê baweriyên me tune bibin. Gund û bajarên me tune bibin. Heke ew bi ser kevin dê xweza winda bike, qadên me yên jiyanê winda bikin û Dêrsim winda bike. 
 
Heke em bikarin li dijî êrişên mêtingeriya madenvaniyê yên li dijî xweza û jiyana me mil bidin milê hev û bibin yek, dê bikarin bi ser kevin.”