Çemê Dîcleyê hişyariyê dide: UNESCO’yê cara sêyemîn hişyar kir

  • 09:02 9 Kanûn 2025
  • Ekolojî
AMED - Rakirina statuya "çem" a xeta Çemê Dîcleyê ya 100 kîlometreyî ku di Amêdiyê re derbas dibe, hişyariyên dubare yên UNESCO'yê û zirara ekolojîk a ku bi lez û bez zêde dibe, rihên jiyana Mezopotamyayê dixe nav krîzek bêveger.
 
Beşa xeta 100 kîlomtreyî ya Çemê Dîcle ya ji Amedê derbas dibe bi salan berê ji statuya ‘çem’ hat derxistin û ev îro hem di alî ekolojîk hem jî di alî çandî de tehîdek mezin diafirîne. UNESCO di sê raporên dawî de vê wek ‘xetereya krîtîk’ nîşan dide û qirêjiya çemê Dîcleyê, daketina avê, dagirkirina peravên çem sal bi sal biçûk dibe. Pispor diyar dikin ku windabûna Dîcleyê windabûna Mezopotamyayê ye û divê demildest mudaxale bê kirin.
 
Têkçûna ekolojîk
 
Çemê Dîcle bi ekosîstema 10 hezar salî û mîrateya çandî çavkaniya jiyanê ya herêmê ye. Lê beşa ji Amedê derbas dibe, bi xetereyên cidî re rû bi rû ye. Ji ber ava bendavan tê birîn, bandora krîza avhewayê, avdana çandiniyê, dibe sedema daketina ava Dîcleyê. Ava wê ji 360 metrekupî heta 150 metrekupî daketiye.  Cureyên zinidyan a li baxçeyên Hewselê jî ji sedî 30 kêm bûye.
 
 
Talana plankirî
 
Ji ber Dîcle ji statuya çem hat dexistin ev têkçûn lez bû. Di Rêziknameya Pêkanîna Peravan a di 1992’an de hat kirin de xeta Dîcleyê ya li Amedê ji çarçoveya ‘çem’ hat derxistin û banda parastinê ji 300 metreyî daxistin 50 metreyî. Ji ber vê jî perav bê kontrol ji avahiyan re hat vekirin.
 
UNESCO’ê ji ber texrîbata li Baxçeyên Hewselê û Sûrên Amedê yên di Mîrateya Çandî ya Cîhanê de ne  sê caran Tirkiye hişyar kir. Di raporên 2023 û 2025’an de  binpêkirinên li herêmê rêz kir û da zanîn ku ev tehdîdên ku divê demildest mudaxaleyê wan bên kirinê ye. Van hişyariyan nîşan da ku  di qada navneteweyî de jî fikar afirîne.
 
 
Hişyariya karaseta ekolojîk
 
Rêxistinên ekolojiyê yên Amedê, baro û dînamîkên bajar ji bo Çemê Dîcle dîsa bikeve statuya çem, banda parastinê derkeve 300 metreyî û hemû dagirkirinên peravê rabin serlêdanên fermî kirin. Parlamenterên DEM partiyê der barê vê de pêşnûme dan meclîsê. Pêkhateyên bajar der barê mijdarê de daxuyanî dan û gotin Dîcle bîra çandî ya gelê Kurde û divê mudaxale bê kirin.
 
5 gavên lezgîn
 
Pispor 5 gavên lezgîn yên ji bo rizgarkirina Dîcleyê wiha rêz dikin; Bêyî radestkirina statuyê parastina ekolojîk ne pêkan e. Divê kanên xîzê û avahiyên kaçax yên li peravê bên rakirin. Divê hevsengiya ekolojîk li ber çavan bê girtin û rêveberiya avê ya GAP’ê ji nû ve bê sererastkirin. Divê peymana avê ya navber aTirkiye-Iraq û Sûriyeyê ku sînor bezandine ji nû ve bê revîzekirin û herêma tampon a Hewselê bê firehkirin.
Hilweşîna ekolojiyê ya herêmê ne tenê Amedê; heta Duhok, Musul û Basrayê jiyana bi mîlyonan kesî tehdîd dike û vediguhere krîzeke herêmî.Pispor diyar dikin ku divê demildest mudaxaleyê vê texrîbatê bê kirin.