Konseya Bajêr dê bi rojeva dagirkeriya li Hewsel û Pira Dehderî bicive
- 12:50 9 Kanûn 2025
- Ekolojî
AMED - 32'yemîn Lijneya Giştî ya Asayî ya Konseya Bajêr a Amedê, dê bi rojeva avahiyên bêplan ên li derdora Baxçeyên Hewselê û Pira Dehderî bicive.
32'yemîn Lijneya Giştî ya Asayî ya Konseya Bajêr a Amedê, dê bi rojeva avaniyên bêdestûr û dagirkirinan ên di demên dawî de li bajêr zede bûne di 10'ê Çileya 2026'an de bicive. Bi taybetî dê avahiyên bêplan ên li derdora Baxçeyên Hewselê û Pira Dehderî ya dîrokî ku zirarê diin tevna dîrokî ya bajêr, xala sereke ya civînê be.
Di daxuyaniyê de ku ji aliyê Konseya Bajêr a Amedê ve hat dayîn, dê 32'yemîn Lijneya Giştî ya Asayî ji bo çareseriya pirsgirêkên ku rasterast bandorê li jiyana bajêr dikin zemîneke girîng ava bike.
Tê payin ku biryarên di lijneya giştî de bên girtin bi sazî û dezgehên têkildar û raya giştî re bên parvekirin.
Parve bike:







