Li Botanê xeml û rewşa rengên xwezayê

  • 09:03 25 Gulan 2022
  • Galeriya Jinê
 
Sema Çaglak
 
ŞIRNEX - Bi hatina biharê re Botan bi rengên xwezayê xemilî. Gul û sosinên reng bi reng ên di nava hevsengiyê de mirov li hemberî xweşikbûna xwe mest dihêlin. Ev warê wekî bihuşt, li gel vê xweşkahiya xwezayê, bi dengên çûkan û ava ji çeman diherike têra pesindayînê heye. 
 
Herêma Botanê li gel dîroka xwe ya bi êş, bi berxwedana xwe jî tê nasîn.  Lê ji bilî van hemûyan bi xweşikbûna xwezaya xwe jî navdar e. Hem bajar û her navçeyeke wê yek ji yekê xweşiktir, rengîntir û her yek ji wan xwedî taybetmendiyek e. Bi hatina biharê re çiya û zozanên vê herêmê hemû rengên biharê yên kesk, sor, zer,spî û şîn li ber çavên mirov radixe. Bilindahiya çiya û zozanan mirov matmayî dihêle û lihevkirina rengên kulîkên daran jî hejayî dîtinê ye. 
 
Di vê demsala rengîn de me jî berê xwe da navçeya Elkê ya Şirnexê û çend dîmen û wêneyên rengîn ên xwezayê xwest ji objektîva xwe pêşberî we bikin. Navçeya Elkê bi taybet bi bilindahiya çiyayên xwe yên wekî Kato Jîrka û Zozanê Faraşînê navdar e. Ji xwezaya Elkê bîhna gul, kulîlk, sosin û beybûnê difûre. Ev bîhna ku difûre mirov mest dike û dengê ava ku ji çeman diherike jî aramiyê dide mirov. Her wiha herêm bi şînahiya xwe ya xwezayî jî wek bihuştê û hêjayî dîtinê ye.