Serhildana li Rojhilatê Kurdistanê û Îranê didome 2022-09-27 11:18:37     NAVENDA NÛÇEYAN - Li Rojhilatê Kurdistanê û Îranê xwepêşandan û nerazîbûnên li dijî qetilkirina Jîna Mahsa Amînî tevî hemû zextan didome.    Jîna Mahsa Amînî ya 22 salî ku di 13'yê îlonê de li Îranê ji aliyê polîsên "exlaqê" ve bi hinceta "porê wê xuya dike" rastî îşkenceyê hatibû, di 16'ê îlonê de li nexweşxaneyê jiyana xwe ji dest dabû. Piştî mirina Jînayê gelê Rojhilata Kurdistanê û Îranê li dijî rejîma Îranê serî rakir. Greva ku di 19’ê îlonê de li seranserê welat dest pê kir, belavî bi dehan bajajaran bû û çalakiyên protestoyî yên bi girseyî hatin lidarxistin. Jinan bi dirûşmeya "Jin jiyan azadî" li kolanan pêşengiya çalakiyan kirin. Her wiha li çar aliyê cîhanê jî piştgiriya çalakiyên Rojhilatê Kurdistanê û Îranê hat kirin   Li gorî dîmenên ku li ser torên civakî tên parvekirin, li bajarên Sine, Mehabat, Serdeşt, Merîwan, Dîwander, Qurwe, Kirmaşan, Urmiyê û çend bajarên din ên Rojhilatê Kurdistanê çalakî pêk hatin. Her wiha ev çend roj in helîkopter û balafir li ser Bane, Seqiz û Sine difirin. Serdegirtina malan û binçavkirina çalakvanan jî berdewam e.   Şeva borî jî li bajarê Tehranê, Yezda, Meşhed, Tewrêz, Burazcan, Bucnurd, Şêraz û hinek bajarên din ên Îranê xwepêşandan û nerazîbûnan berdewam kir. Hêzên çekdarî yên Îranê bi armanca çewisandina xwepêşandanan serî li hinek hêzên biyanî daye. Şahid dibêjin ku li bajarê Meşhed kesên ereb di nava hêzên çekdarî de bûn. Her wiha ji ber berdewambûna xwepêşandanan, li hinek bajaran artêşa Îranê, zarokên Besîcî ji bo çewisandina xwepêşandanan bi kar tîne.    Rêxistina Mafên Mirovan a Îranê ragihand ku di nava 10 rojan de hejmara kesên di xwepêşandanan de hatine kuştin bû 76 kes û di nava wan de 6 jin û 4 zarok hene. Li gorî daneyên fermî yên hikûmeta Îranê jî, heta niha 41 kes hatine kuştin.   Li gorî daxuyaniya serokê edaletê Alî Alghassîmehr a li paytext Tehranê, xwepêşandêrên ku li Îranê û Rojhilatê Kurdistanê di çalakiyên şermezarkirinê de hatine girtin wê li dadgehên 'taybet' bêne darizandin. "Serokê edaletê" anî ziman ku li hemberî her kesên bi rengekî eşkere piştgirî dane "serhildêran" wê doz bêne destpêkirin.   Li gorî Ajansa Nûçeyan a Tasnîmê, divê dadgerî çawa nêzî tecawizkar û sûcdaran dibe, bi heman rengî nêzî wan jî bibe.   Hikumet û dadgerî xwepêşandêran weke leşkerên ji derve ji bo pereyan kirêkirî pênase dikin. Li gorî çavdêran dibe ku cezayê girtîgehê yên salên dirêj li çalakgeran bêne birîn. Tê gotin, dadgehên taybet jî bi ser Dadgeha Şoreşê ve ne ku bi dozên têkildarî binpêkirina ewlekariya neteweyî eleqedar dibe û bi dayina cezayên giran tê naskirin.   Li gorî dadgeriyê, eger navdarên Îranî jî bi rengekî eşkere piştgiriyê bidin çalakgerên şermezarkirinê li hemberî wan jî divê doz bê destpêkirin. Rojên dawî kesên ji aliyê fîlm û sporê ve naskirî ne piştgirî dan çalakgeran û rexne li dewleta Îranê kirin.   Hînê nayê zanîn bê li tevahiya welat di xwepêşandanan de çend jin û mêr hatine girtin. Heta niha tenê li bakurê Îranê girtina zêdeyî hezar kesî hatiye piştrastkirin. Çavdêr bi fikar in ku li tevahiya welat bi hezaran kes hatibin girtin.