Li Şengalê jiyan rawestiya 2023-08-03 12:42:58       NAVENDA NÛÇEYAN - Bi rasthatina roja destpêkirina fermanê ji bo bîranîna cangoriyên Şengalê, jiyan îro bi temamî li Şengalê rawestiya. Dikan hatin girtin, gel derneket derve.   Di 3'yê Tebaxa sala 2014'an û di van kêliyan de fermaneke mezin li xelkê Şengalê rabû. Xelkê Şengalê beriya 9 salan lez dabû jiyana xwe ji bo destê çeteyan rizgar bibe. Bi rasthatina vê rojê û bîranîna cangoriyên Şengalê, jiyan îro bi temamî li Şengalê rawestiya. Dikan hatin girtin, gel derneket derve.