Panela Elewî û Dewlet: Ji Munzurê heta Cûdiyê silav 2023-08-03 16:32:59       DÊRSIM - Di 21'emîn Mîhrîcana Munzurê de panelek bi navê “Elewî û dewlet” hat lidar xistin. Seroka Giştî ya Komeleyên Çanda Elewîyan Seher Şengunlu Yilmaz wiha got: “Em ê têkoşîna xwe ya li dijî hişmendiya bindest bidomînin.”   21'emîn Mîhrîcana Çand û Xwezayê ya Munzurê bi dirûşma “Em li dijî talana kanegeriyê, xwezayê û jiyanê diparêzin" îro dest pê kir. Di çarçoveya Mîhrîcanê de bi navê "Elewî û Dewlet” panelek hat lidarxistin.    Seroka Giştî ya Komeleyên Çandê Elewiyan Seher Şengunlu Yilmaz diyar kir ku elewî jî wek gelên li Tirkiyeyên ji bo baweriya xwe têdikoşe. Seher, destnîşan kir ku dixwazin wek welatiyên din di nav wekheviyê de xwe bi rêxistin bikin û têbikoşin û wiha domand: “Em li dijî polîtîkayên bişaftinê dergehên xwe dixwazin. Derfetên ku ji bo baweriyên din tên kirin divê ji bo me jî bê dayîn. Bi taybetî di dibistanan de perwerdeya olî bi armancek bişaftinê tê dayîn em li dij wê yekê derdikevin. Em ji bo perwerdeya zarokên xwe derfeteke wekhev dixwazin. Ji bo vê yekê em têdikoşin."    Seherê di axaftina xwe de bal kişand ser bernameya, Ez ji derdora xwe re hesas im, xwediyê nirxên xwe me (ÇEDES) û got: "Niha li dibistanan mele tên tayînkirin. Lê ev perwerdeyeke ji dûrê zanistê ye. Dixwazin bi olî gelan bixin bin destê xwe. Zarokên me di dibistanan de perwerdeyeke cuda dibînin û di malê de jî jiyane jî cuda dijîn. Em dixwazin ku dibistan ji serdestiya oldariyê rizgar bibe."   Seherê daxuyand ku rêxistinên elewiyan têkoşîna xwe, li hemberî hişmendiya paşverûyê bidomînin û wiha dawî li axaftina xwe anî: “Em ê mil bidin hevdû û bi awayek piştevanî têbikoşin”   Serokê Komeleya Çandê ya Pîr Sûltan Abdal Cuma Erçe, destnîşan kir ku Dêrsim bajarê Seyît Riza ye û wekî gotî: "Min serî li ber te netewand û bila ev jî ji terê bibe derd", wiha dirêjî da axaftina xwe: "Ev bajar bajarek e ku bi şewatên ku nayên vemirandin tê naskirin. Bajarê ku ziman, çand û bawerî lê qedexe ye. Ew ne bajarekî ku serê xwe tewandiye û teslîm bûye. Ji Dêrsimê heta Akbelenê, ji Dêrsimê heta Cûdî silav. Silav ji her cihê ku xwezaya wê hatiye tinekirin.”   Endama Komeleyên Elewiyên Demokratîk (DAD) Fetiye Yildirim jî daxuyand ku dema ku dewlet derketin holê xwestîn ku baweriya elewitiyê bixin bindest.   Serokê Federasyona Elewî û Bektaşiyan Mustafa Aslan, anî ziman ku di dema erdhêjê de jî elewî bi cudakariyê re rûbirû ma û wiha bi lêv kir: “ Dewlet dixwaze gelên ku li dijî komkujiyê, qirkirinê de jî bi ser xwe manê, dixwaze li gorî xwe saz bike. Pêwîste ku em li hemberî vê tiştê bi hestiyar bin.”   Panel piştî axaftinan bi dawî bû.