Li Wan ê wesîleya komkujiya Şengalê bernameya bibîranînê 2023-08-03 18:23:00   WAN - Bi wesîleya 9’emîn salvegera komkujiya ku DAIŞ’ê li hember Êzidiyan pêk anî, li Wanê bernameya bibîranînê pêk hat. Hevseroka HDP’a Wanê Handan Karakoyun di biranînê de axivî û da zanîn ku li Şengalê di şexsê jinê de êrîş hebû û ev êrîş dîsa bi berxwedana jinê hatiye çewisandin.   Li Wanê  Tevgera Jinên Azad (TJA) û Meclîsa Jinan a Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) bi wesîleya 9’emîn salvegera komkujiya li hember Êzidiyan li baxçeyê avahiya HDP’ê bernameya bibîranînê pêk anî.Rêxistinên Partiya Çep a Kesk, HDP, DBP, TUHAY-DER, MEBYA-DER, Dayikên Aştiyê û welatî tevli bûn.   Hevseroka HDP’a Wanê Handan Kayakoyun di bernameyê de axivî û da zanîn ku DAIŞ’ê di êrîşa pêk anî de nehiştiye armanca xwe û got: “Lİ ber çavê hemû cîhanê DAIŞ’ê êrîşê Êzidiyan kir. Lê cîhan ker û lal mam. Li Şengalê çîrokên qehremaniya jinan pêk hat. Êrîş di şexsê jinê de pêk hat. lê jinan êrîş çewisand û bi cîhanê dan bihistin. Têkoşîna jinan wê he rtim li her qadê bilkind bibe.”   Piştî axaftinan bername bi sînevîzyon û xwendina helbestan berdewam kir.