Di mîhrîcana Munzurê de panela li ser erdhêjê 2023-08-03 20:48:48     DÊRSIM - Endezyarê Jeofîzîkê yê Zanîngeha Teknîkê ya Gebzeyê Prof. Dr. Savaş Karabulut ku di panela “erdhejê” ya di çarçoveya Mîhrîcana Munzurê hate lidarxistin de axivî, diyar kir ku Dêrsim ji erdhejê re ne amade ye.    Di çarçoveya 21’emîn Mîhrîcana Çand û Xwezayê ya Mûnzûrê de li Dêrsimê panela bi navê “Ji bûyereke xwezayî ber bi karesatekê ve: Erdhej!” ji bo bîranîna Dr. Mehmet Yildirim li Kolana Sanatê hat lidarxistin. Di panela bi moderatoriya Midûrê Îmarê yê Şaredariya Dêrsimê Ozcan Karadag de, Seroka Şaxê Bajarê Mezin ê Stenbolê yê Odeya Avahîsazan Esîn Koymen, Endezyarê Jeofîzîkê yê Zanîngeha Teknîkî ya Gebzeyê Prof. Dr. Savaş Karabûlût, Endezyarê Bilind ê Jeolojiyê Prof. Dr. Okan Tuysuz, Endezyarê Jeolojiyê Nîhat Mugîllîoglû, nûnerên Komeleya Lêgerîn û Rizgarkirinê ya Sporên Xwezayê yên Munzurê (MUDAK) Dîren Atan û Hîkmet Goken amade bûn.   Kesên jiyana xwe ji dest dabûn hatin bibîranîn   Li Kolana Hunerê ku wêneyên kesên di erdhejên 6’ê sibatê ku navenda wan Mereş bû de jiyana xwe ji dest dan hatin pêşandan eleqe zêde bû. Panel bi rêzgirtina deqîqeyekê ji bo bîranîna kesên di erdhejê de jiyana xwe ji dest dane dest pê kir. Di panelê de ewilî birayê Dr. Mehmet Yildirim, Mûrat Yildirim axivî qala zehmetiyên di erdhejê de kişandin kir.   ‘Li dijî karasetan tedbîr nayên girtin’    Seroka Şaxa Bajarê Mezin ê Stenbolê yê Odeya Avahîsazan Esîn Koymen diyar kir ku ew nikarin bacên erdhejê lêkolîn bikin, têkildarî erdhej û avahiyan xalên hatine guhertin û rêziknameyên hiqûqî mînak dan û got: “Bajarên me li dijî karesatan nehatin qayîmkirin.”    Endamê TMMOB’ê endezyarê Jeolojiyê Nîhat Mugîllîoglû jî sedemên hilweşîneriya erdheja Hatayê vegot. Endezyarê Bilind ê Jeolojiyê Prof. Dr. Okan Tuysuz jî da zanîn ku li Tirkiyeyê 485 fayên zindî hene û diyar kir ku 24 bajêr 110 qeza û bi ser 500’an gund li ser fayên zindî ne.    ‘Dêrsîm ji erdhêjê re ne amadeye’    Endezyarê Jeofîzîkê yê Zanîngeha Teknîkî ya Gebzeyê Prof. Dr. Savaş Karabulu jî da zanîn ku erdnîgariya Anatoliyayê û Dêrsimê li dora fayan e û destnîşan kir ku erdnîgariya Dêrsimê ji erdhejê re ne amade ye.    Endama damezrîner a MÛDAK’ê Dîren Atan jî qala tiştên ku ji destpêka avabûna MUDAK'ê ve kiriye kir û got: “Hêvîdarim pêwîstî bi me nebe.” Endamê MUDAK'ê Hîkmet Goken jî bal kişand ser xebatên komeleyê.