Bi hezaran di Mîhrîcana Munzurê de hatin gel hev 2023-08-03 23:45:05   DÊRSIM - Roja yekemîn a mihrîcana Munzurê bi coşek mezin bi dawî bû.   Roja ewil ya 21’emîn Mihrîcana Xweza û Çandê ya Munzurê, bi dirûşmeya  ‘Li dijî talankirinê, xweza û jiyanê diparêzin’ re pêk hat, bi konseran dawî bû. Konser ku li qada Seyîd Riza hat lidarxistin, bi beşdar bûna Ulaş Deli, Mûsa Bakî, Erdal Erzîncan, Mengene, Metîn-Kemal Kahraman, Hakely Feat, Ensenble Cubafonica berdewam kir.   'Em qedexekirina çandê red dikin’   Bi hezaran kes tevli konsere bûn. Hunermendên ku derketin ser dîkê bal kişandin ser taybetmendiya parastina xwezayê. Hevserokê Federasyonên Dêrsimê(DEDEF) Ozkan Tacer diyar kir ku Mihrîcana Munzurê sala yekemîn de jî hatiye qedexekirin û ev qedexekirin gihîştiye ve salê jî.  Ozkan anî ziman ku Mihrîcana Munzurê rast lê dema valakirina gûnd û ambargoyên xwarinê tê. Ozkan wiha got: “ Mihrîcana Munzurê demek dirêj bi sedemek pandemî hat qedexekirin. Nexwestin ku gel vegerin gundê xwe. Me li dijî van têkoşîna xwe domand. Koma Yorum, Îsyan ateşî ne di nav me de ne, lê belê em ê bi sitranan wan bidin jiyandin. Em ê Mijrîcana bi rihê Dêrsimê pêk bînin. Li vê herêmê de Kurd, Ermenî, Tirk, Elewî bi salane bi hevre dijîn, lê belê sitranên birayên me jî hat qedexekirin. Em vê hişmendiya qedexekirinê red dikin.”   ‘Li Pertagê bi hezaran  li qadê ne’   Li navçeya Perterg ya Dêrsîmê jî konser hatin lidarxistin. Dîyap Aga, Ozlem Bîter, Hasan Alî, Koma Vardiya, Cem Erdost Îlerî, Mîkaîl Aslan, Tara Memedova, Cevdet Bagca û Baba Zûla derketin ser dîkê.. Konsera ku hezaran kes tevli bûn, welatî coşiyan. Di konserê de bal kişandin ser talankirina xwezayê. Ayten Kordû ya Parlamentera Dêrsimê ya Partiya Çep a Kesk hişmendiya qedexekirinê şermezar kir û da nîşandan ku yê li dijî zext û asttengkirinê têkoşîna xwe bidomînin.   ‘Pilurê bi coşek mezin Mihrîcan pêşwazî kir’   Dii konsera li Pilûrê de Murat Akar, Serhad Şamderelî,Koroya Venge Ma, Vedat Gundogdu, Şirîn Demirtaş, Ali Haydar Guçlu, Jara Çîmen, Harûn Gumuş, û Zeynep Bakşî Karataş ser dîkê.  Di konsere de bi gelek zimanan stran hatin gotin.