KCDP: Di tîrmehê de 25 jin ji aliyê mêran ve hatin qetilkirin 2023-08-04 12:53:30     NAVENDA NÛÇEYAN - Li gor rapora Platforma Em ê Cinayetên Jinan Rawestînin (KCDP) di meha tîrmehê de li Bakurê Kurdistanê û Tirkiyeyê 25 jin ji aliyê mêran ve hatin qetilkirin, 9 jin bi guman jiyana xwe ji dest da.   Platforma Em ê Cinayetên Jinan Rawestînin (KCDP) rapora xwe ya tîrmeha 2023’yan aşkere kir. Di raporê de hat bibîrxistin ku ji sala 2010’an ve daneyên der barê qetilkirina jinan de bi raya giştî re tê parvekirin û hat gotin, “Wezaret jî li şûna ragihînin ku çend jin çima, çawa, ji aliyê kê ve hat qetilkirin, bi gotina daneyên qetilkirina jinan şaş tên amadekirin rastiyan berevajî dikin.”    ‘Em ê têkoşînê bidomînin’   Di raporê de hat gotin ku “Tevî ragihandina rastiya cinayetên jinan û mirinên bi guman ên jinan, pêkanîna pêşniyarên çareseriyê yên ji bo pêşîlêgirtina cinayetên jinan jî erkê dewletê ye” û hat destnîşankirin ku ji bo pêkanîna vê erkê ji bo ku hemu xebitîn û wezaret bikevin tevgerê ew ê têkoşîna xwe bidomînin.   Di meha tîrmehê de 25 jin hat qetilkirin   Li gor raporê; Di meha tîrmehê de 25 jin hat qetilkirin, 9 jin bi awayekî guman jiyana xwe ji dest dan. Ji 25 jinên ku hatin qetilkirin 6 jê ji ber mîna hevberdanê xwestin, lihevhatin nepejirandin, zewac red kirin, têkilî red kirin xwestin biryara der barê jiyana xwe de bigirin, 1 jê jî bi hinceta xapandina kiryar derketiye holê hatin qetilkirin.   ‘Heya ku cezayên bi bandor neyê dayîn tundî dê berdewam bike’   Di raporê de hat destnîşankirin ku nehatiye zanîn 18 jin bi kîjan hincetan hatine qetilkirin û ev tişt hat gotin: “Tesbîtnekirina ku 18 jin bi kîjan hincetê hatine qetilkirin, encama ji nedîtî hatina tundiya li dijî jinan û cinayetên jinan e. Heya neyê tespîtkirin ku jin ji aliyê kê ve û çawa hatine qetilkirin; heya ku darizandinek adil neyê kirin, gumanbar û kiryar cezayên pêximker negirin, tedbîrên pêşî lê girtinê neyê pêkanîn tundî bi ast guhertinê berdewam dike.”   Ji sedî 35’ê jinan ji aliyê mêrên pê re zewicî ne hatine qetilkirin   Daneyên di raporê de cih digire wiha ne: Di meha tîrmehê de ji 25 jinan 8 jê ji aliyê mêrê ku pê re zewicî ye, 7 jê ji aliyê mêrê ku pê re ye, 3 jê ji aliyê mêrên ku berê pê re zewicî bûn, 2 jê ji aliyê kur, 1 jê ji aliyê xizm, 1 jê ji aliyê nasê xwe ve hat qetilkirin. Kiryara qetilkirina 2 jinan û nêzbûna wan nehat tespîtkirin. Ev meh ji sedî 32’yê jinan ji aliyê mêrên ku pê re zewicî ne hatin qetilkirin.   Jin herî zêde li malên xwe hatin qetilkirin   Ji sedî 12’ê jinan li mala xwe, 4 li kolanê, 2 li otelê, 2 li seyareyê, 1 li eraziyê, 1 li erdekî dûr, 1 li cihê kar, 1 li kêleka avê hatin qetilkirin. Nehat tespîtkirin ku jinek li ku derê hatiye qetilkirin. Ji sedî 48 ji jinan li malên xwe hatin qetilkirin.   Jin herî zêde bi çek hatin qetilkirin   Ji sedî 16 ji jinan bi çekan, 5 bi amûrên birînê, 1 bi lêdanê, 3 bi fetisandinê hatin qetilkirin. Ji sedî 64’ê jinan bi çek hatin qetilkirin.