Zaryab Paryanî ya li dijî Talîban ketibû greva birçîbûnê rakirin nexweşxanê 2023-09-09 20:42:52   NAVENDA NÛÇEYAN- Li Almanyayê aktîvîsta Afganîstanê Tamana Zaryab Paryanî ya li dijî Talîban ev 9 roj bû ketibû greva birçîbûnê rakirin nexweşxaneyê.   Komek jinên Afgan  li dijî Talîban li bajarê Koln a Almanyayê di 1’ê îlonê de ketin  greva birçîbûnê û grev di roja 9’an de ye.   Jinên Afgan diyar kirin ku divê dewlet dawî li hevkariya bi Talîban re bînin û Talîban ceza bikin.    Ji jinan Taman Zaryab Payanî îro ji ber pirsgirêka tenduristiyê rakirin nexweşxanê û dermankirina wê li nexweşxanê didome.