ROJEVA 10'Ê ÎLONA 2023'YAN 2023-09-10 09:00:00     * Fabrîqeya Çîmentoyê ya Wanê bermahiyan dirijîne Gola Wanê û hefteya borî ajansa me dîmenê vê yekê parvekiribû. Cigira ÇEVDER’ê Arzu Dînçer, diyar kir ku tevî Gola Wanê di bin parastinê de ye jî tedbîr nayê girtin û got: "Roj bi roj gol ber bi tunebûnê ve diçe." BI DÎMEN    * Li dijî zextên li hember rojnameya Ozgur Gundemê, ji kampanya Gerînendeya Weşana Hevserokatiya Giştî ya nobedar, heta kevneşopiya ku nûçe dihatin dizîn…Gotinên Şukru Erbaş yên wekê "Canê wan biçe cehnemê yên ku bi agirê kesên din mala xwe germ dikin xwarina we çêdikin", her tiştî nîşan dide. MEDYA KRÎTÎK   * Komeleya Jinan a Koza di 2012’yan de li Bûrsayê hat avkairin. Komele ji bo jinên tundî dîtine têdikoşe û hewl dide bibe bersiva hewcedariyên jinan. BI DÎMEN   * Dema perwerdehiya nû dest pê kir û mamosteyan der barê mafê perwerdehiya ji bo zarokên herêma erdhêjê axivî û diyar kirin ku newekheviya berê hebû bi erdhêjê re girantir bûye û gotin divê çareseriyên mayînde hebin. BI DÎMEN     *Garîbe Aslan ku ji bo hevdîtina kurê xwe Seyîthan Yaman ê li Girtîgeha Ewlehiya Bilind a Hejmara 2'yem a Xarpêtê dima, çû, di vegerê de qezaya trafîkê derbas kir û jiyana xwe ji dest da. Bi vê re polîtîkayên şerê taybet ê li ser girtî û malbatan tê meşandin carek din xwe da der.      *Jinên êzidî yên têkildarî dayina ola êzdiyan a wekî ders a li dibistanan axivîn, wiha gotin:"Bi salan e li dijî nasname û ola êzdiyatiyê êrişeke mezin heye. Ji bo têkoşîna li dijî van êrişana xwedîderketina li nasname û ola êzidiyan girîng e. " BI DÎMEN   *Parlamentera Partiya Çep a Kesk a Agirî Nejla Demîr, bertek nîşanê îşkenceya ku li Girtîgeha Girtî ya Tîpa L ya Patnosê ku 3 girtiyên jin ji aliyê 40 gardiyanên mêr ve 40 deqeyan bi îşkenceyê re rû bi rû man, da Nejla, anî ziman ku li girtîgehê demeke dirêje îşkenceyek sîstematîk heye û got îqtîdar li derve bi zext û binçavkirinê ku nikare vîna gel bişkîne  polîtîqayên zextê kur dike.  DÎMEN HEYE   *Li Rojhilat û Îranê beriya şoreş û piştî şoreşê jin ji bo destkefteiyên xwe têkoşiyan û îro sînor bezandine. Ji her alî jin bi felsefeya ‘jin jiyan azadî’ berxwedana xwe geş dikin.  DOSYA