Polîsan endama meclisa şaredariyê û malbata wê tacîz kir 2023-09-10 14:03:18     AMED - Kurê Endama Meclîsa Şaredariya Erxenî Sevîcan Yaşar ku îfadeya wÎ hat girtin, diyar kir ku polîsan pirsên “Diya te li ku ye, çi dike, birayê te li ku ye, xwişka te li ku ye, çi dike” jê kirine. Sevîcanê diyar kir ku ewê paşve gavê navêjin.    Du polîsên ku hatin mala endama Meclîsa Şaredariya Erxeniyê ya Amedê Sevîcan Yaşar , bi hinceta ku dê careke din îfadeyê bide kurê wê birin midûriyeta polîsan. Hat destnîşankirin ku ji kurê Sevîcan ê ku birin midûriyeta polîsan tenê der barê Sevîcan û endamên malbatê de pirs hatine kirin. Sevîcanê der barê tacîza polîsan de agahî da ajansa me û diyar kir ku lêpirsîna têkildarî mijarê di sala 2016'an de li navçeya Darîca ya Kocaeliyê hatiye vekirin.   Berê birin qereqolê piştre birin TEM'ê   Sevîcanî anî ziman ku kurê wê Serhat di 8'ê Îlonê de saet 15.00'an de ji aliyê polîsan ve ji malê hatiye girtin û got, "Ji min re gotin di çarçoveya lêpirsîna 2016'an de ye ji ber ku girtekên di dest me de winda bûne em ê ji nû de wî bibin ku îfadê bide. Lê polîsên fermî ew birin qereola Erxeniyê û piştî ku hinekî li wê didin rawestandin dibin TEM'ê û diyarkir ku ji kurê wê pirsên ,'dayika te li ku ye, birayê te li ku ye çi dike' pîrsne û gotine pirsgirêk hebe ji me re ragihîne."   Sevîcanê diyar kir ku ew ê li dijî tundiyê paşve gavê anavêje.