Di 3 mehan de 88 jin hatine qetilkirin 2023-09-10 16:08:28     AMED - Navenda Lêkolînên Qada Civakî-Siyasî daneyên şîdetê yên 3 mehan eşkere kir. Li gorî raporê di 3 mehan de 88 jin hatine qetilkirin.   Navenda Lêkolînên Qada Civakî-Siyasî rapora xwe ya ku ji daneyên şîdeta li jinan di çapemeniyê de di navbera 1'ê Hezîran û 31'ê Tebaxa 2023'an de hatine weşandin kom kir eşkere kir. Li gorî raporê di nava 3 mehan de 88 jin hatine qetilkirin û 83 jin jî bi guman mirine.   Di roporê de ev dane hatin parvekirin:   “* Li 160 jinan  tundî hatiye kirin/birîndar bûne, 25 jin giran birîndar bûne, li 39 jinan gef xwarine, 14 jin hatine tacîzkirin, li 6 jinan êrîşa zayendî ahtiye kirin û li 32 zarokan jî êrîşa zayendî hatiye kirin.    * Ji kesên rastî kuştinê hatin ji sedî 24'ên kiryaran 'hevjîn', ji sedî 9,4 'evîndar' û ji sedî 15,6 'nenas' bûn.   * Ji sedî 24ê mexdûrên şîdet û birîndarkirinê kiryarên xwe nas dikin, ji sedî 20 nenas in, ji sedî 16 jî yên bi hevjînê xwe re di pêvajoya berdanê de ne.   * Hat zanîn ku ji sedî 51,3 sûcdarên jin tehdît kirine yên bi hev re hatine zewicandin, ji sedî 20,5 hevjînên wan ên berê ne, ji sedî 15,4 jî hevjînên wan ên di qonaxa hevberdanê de ne.   * Ji sedî 78,6 kesên tacîz kirine ne diyar in, ji sedî 7,1 hevjînên berê û ji sedî 7,1 jî cîran in.   *Ev bûyer ji sedî 17 li Stenbolê, ji sedî 8 li Enqereyê, ji sedî 5,7 li Antalyayê pêk hatiye.   * Ji sedî 33,3 êrîşên zayendî li Enqereyê, ji sedî 16,7 li Stenbolê û ji sedî 16,7 li Konyayê pêk hatine.   *Ji sedî 49,3ê bûyerên tundiyê li Edîrneyê, ji sedî 10,1 li Stenbolê û ji sedî 8,3 li Aydinê pêk hatine.   *Li Stenbolê ji sedî 25, li Şanliurfayê ji sedî 12,5, li Antalyayê jî ji sedî 9,4 zarok hatine îstîsmarkirin.”