Li Şêrawa li dijî tecrîdê meş hat lidarxisitn 2023-09-10 16:25:01     NAVENDA NÛÇEYAN - Xelkên Şêrewayê li dijî tecrîda girankirî ya li ser Rêberê PKK'Ê Abdullah Ocalan meşiyan.   Şêniyên gundên dorpêçkirî yên Şêrewayê; Zerneîtê, Başemrê, Meyasê, Gundê mezin, Bırc Qasê û Kilutê kom bûn û li gundê Bir Qasê li dijî tecrîda li ser Rêberê  PKK'ê Abdullah Ocalan meşiyan.   Meş bi tevlîbûna şêniyên van gundan ji pêşiya meclîsa Gundê Birc Qasê dest pê kir û ber bi dibistana Gund ve dewam kir.   Li pêşiya dibistanê piştî deqeyek rêzgirtinê, li ser navê meclîsa navçeya Şêrewa Hesen Silêman û li ser navê desteya perwerde û hindekariya kontona Efrîn û Şehbayê Sozdar Silêman axivîn.   Di axaftinên hatin kirin de, destpêkê şehîdên azadiyê hatin bîranîn û bal hat kişandina ser tecrîda girankirî ya li ser Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan. Di axaftinan de wiha hat gotin: “Rêber Apo ne tenê Rêberê gelê Kurd e, Rêberê hemû gelan e. Lewma niha di bin tecrîda girankirî de ye. Divê em jî asta têkoşîn û berxwedana xwe hîn zêdetir bikin.”