Encamnameya konferansa jinê: Li dijî tecrîd û şer têkoşîna berfireh 2023-09-10 18:59:11   ENQERE- Partiya Çep a Kesk encamnameya Konferansa jinê ya Navendî weşadin û hat diyar kirin ku wek jin wê lidijî tecrîd û şer têkoşînek berfireh bi hev re bimeşînin.   Partiya Çep a Kesk der barê pêvajoya nû de konferansa jinê di 8-9’ê îlonê de li Navenda Çand û Prewerde ya Odeya Endezyarên Makîneyê (TMMOB) pêk anî. Civîn du rojan berdewam kir û encamname hat weşandin.   Di encamnameyê de hat diyar kirin ku projeya ku wek sedsala Tirkiyeyê danîne holê bi tevahî dijminahiya jinê dike û  aşkeraye ku ev peyamenek dijminê jinê ye.   ‘Divê tecrîda li ser Ocalan demildest bê rakirin’   Di berdewamiya encamnameyê de hat destnîşan kirin ku politîkayên neçareseriya di şer de yekitiya gelê Kurd û destkeftiyên demokratîk yên her derê cîhanê yê gelê Kurd hedef tê girtin û wiha hat berdewam kirin: “Desthilatdariya hewl dide bi vê polîtîkayê li ser piyan biseine tecrîda Îmraliyê giran dike û hewl die ku bi vê tecrîdê îhtîmala aştiyê ji holê rabike. Divê ev tecrîda ku pêşî li demokratîkbûna Tirkiyeyê digire demildest bê rakirin.”     Banga têkoşînê   Her wiha ev tişt hatin ziman: “Êrîşên li hember goristanan, di qutiyan de şandina cenazeyan a bi kargoyan, îşkenca li girtîgehan li ser girtiyan nîşan dide ku em bi dijminahiyek çawa re rû bir û ne. Li gelên Tirkiyeyê bi polîtîka şer û tecrîdê bêçaretî û xizanî tê ferzkirin. Em teslîmê van pêkanînan van ferzkirina nabin. Em ê wek jin li dijî şer û tecrîdê têkoşîna berfireh bihev re bihûnin.   Em jin bi şîara ‘li dijî faşîzmê berxwedan rewaye’, wê li dijî êrîşên li hember destkeftiyên jinan têkoşînê bilind bikin. Em ê têkoşîn awe bidomînin. Li dijî şer em ê têkoşîna jinê li her qadê bidomînin.   Em ê bi hemû pêkhateyên tevgerên jinan re li dijî vê dagirkirina pir alî bi hev re têbikoşin û vê tecrîdê bişkînin. Em ê kêmasî û qelsiyên xwe temam bikin, şaşiyên xwe fêm bikin, xwedî li paradîgma xwe derkevin û qesliyên xwe çareser bikin, xwe nû bikin û pêş bikevin. Em ê bi biryarbûn berxwedana xwe ya ji bo avakirina jiyana nû têkoşîna xwe bidomînin.   Em ê meclîsên jinan yên herêmî; bi hemû cudahiyan re bi hemû jinan re bi piştevanî û rêxistinî bi perspektîfa wekheviyê ava bikin. Em ê rêxistinbûna herêmî xurt bikin.   Di vê meşa xwe ya têkoşîna jinan ya yekbûyîn de, em di hişmendiya ku peywirên dikevin ser me, de ne û em ê kêmasiyên xwe çareser bikin û carek din dibêjin ku di vê perspektîfê de têkoşîna xwe bilind bikin. Li dijî van êrîşên ku qestê hebûna me dikin û hewl didin me ji hemû qada jiyanê tûne bikin, em carek din dibêjin ‘em hene, em ê hebin’.”