MYK’a DEM Partiyê civiya 2024-04-18 11:28:09   ENQERE - MYK’a DEM Partiyê ji bo nirxandina encamên hilbijartinê civiya.    Lijneya Rêveberiya Navendî (MYK) ya Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) ji bo nirxandina encamên hilbijartina rêveberiyên herêmî yên di 31’ê Adarê de û diyarkirina nexşrêya serdema pêş civiya. Civîn li Navenda Giştî ya DEM Partiyê hat lidarxistin û Hevserokên Giştî Tulay Hatîmogûllari û Tuncer Bakirhan jî tev li bûn.    Rojevên krîtîk   Hat zanîn ku dê di civînê de her wiha çareseriya pirsgirêka kurd û krîza aborî jî bê nirxandin. Di heman demê de nexşerêya serdema pêş a DEM Partî ya ji bo Doza Kobanê û polîtîkayên şer ên îktîdarê jî dê bên nirxandin.