Platforma Ked û Demokrasiyê ji bo 1'ê Gulanê bang kir 2024-04-19 15:07:56     MÊRSÎN - Platforma Ked û Demokrasiyê ya Mêrsînê bernameya xwe ya 1’ê Gulanê aşkere kir û wiha got: “Em ê  ji bo xwedî li mafên xwe derkevin û daxwazên xwe biqêrin li qadan bin.”   Platforma Ked û Demokrasiyê ya Gelan têkildarî 1’ê Gulanê Cejna Kedkaran li Cemîyeta Rojnamevanan civîna çapemeniyê li dar xist. Partiyên siyasî, saziyên sivîl ên civakî û rêxistinên pîşeyî tev li civînê bûn. Serokê Şaxa Sendîkaya Yol Îş’ê ya Mêrsînê Îrfan Gultekîn, diyar kir ku ji bo daxwaza jiyaneke birûmet a mirovan dê di 1’ê Gulanê de bên bahev.    Îrfan ê bal kişand ser şertên xebatê yên bêewlehî, bêedaletîi bêkarî û xizaniyê bi gotinên “Êdî em bi hev re ji vê yekê re dibêjin ‘Na’ Ji bo ku em heta dawî xwedî li mafên xwe derkevin û daxwazên xwe biqêrin em ê di 1’ê Gulanê de li qadan bin.”   Karker û kedkarên li bajêr, di 1’ê Gulanê de dê li ber Stadyûma Tevfîk Sirri Gur a berê bên bahev û saet di 15.00’an de weke kortejan ber bi Qada Komarê ve bimeşin. Piştî meşê dê mitîng were lidarxistin. Hunermend Îlkay Akkaya dê derkeve ser dikê.