‘Doza Çapemeniyê ya KCK’ê’ hat taloqkirin 2024-04-25 13:27:27       STENBOL - Danişîna 31’emîn a doza ku weke “Doza Çapemeniya KCK’ê” tê zanîn û 46 rojnamevan û xebatkarên çapemeniyê jê tên darizandin li Stenbolê hate lidarxistin û hate taloqkirin.    Danişîna 31’emîn a doza ku weke “Doza Çapemeniya KCK’ê” tê zanîn û 46 rojnamevan û xebatkarên çapemeniyê jê tên darizandin li 3’yemîn Dadgeha Cezayê Giran a Stenbolê hate lidarxistin. Cîhat Ablay ê tê darizandin û parêzera wî Nermîn Selçûk di danişînê de amade bûn. Danişîn ji ber guherîna şandeyê bi xwendina belgeyên berê dest pê kir.    Prz. Nermîn Selçûk a di danişînê de mafê axaftinê wergirt, xwest ku kêmasiyên dosyayê bên temamkirin. Dozger jî xwest ku înfaza Îsmet Kayhan ê di çarçoveya dosyayê de tê darizandin bê rawestandin.    Şandeya dadgehê ya biryara xwe aşkere kir, biryar da ku înfaza Îsmet were rawestandin û danişîn taloqî 3’yê cotmeha 2024’an hate kirin.