ROJEVA 3'YÊ GULANA 2025'AN 2025-05-03 09:00:00     *Husnugul Oncel a di têkoşîna azadiyê de tu zarokên xwe winda kiriye, balkişan ser hewcedarî û girîngiya aştiyê. Husnugul Oncel wiha got: “Em dixwazin aştî pêk bê. Belkî em nebînin. Em nebînin jî bi zarokên me neviyên me bibînin.” DÎMEN HEYE    *Dildara Platforma EŞÎK’ê Ozgul Kaptan polîtîkayên ku bedena jinê hedef digirin yên desthilatdariyê rexne kir û got tundiya li ser jinan bi gotinên ku jinan hedef digirin nayê sînorkirin û got tundiya li ser jinan ne şexsî ye, îdeolojîk e. DÎMEN HEYE   *Endama OHD’ê parêzer Zozan Vargun ku derbarê derbarê mafê hêviyê û binpêkirinên mafan de nirxandin kir û got: “Em wek OHD û TOHAV’ê wek berdewam xebata ku me der barê mafê hêviyê de meşandie, der barê şert û mercên giran yên li girtîgehan li ser girtiyan, em ê rapora xwe pêşkêşî partiyên meclîsê û wezareta dadê bikin.” DÎMEN HEYE   *Hevseroka Meclisa Giştî ya Taxên Şêx Meqsûd û Eşrefiyê ya bajarê Helebê, Hêvîn Silêman têkildarî Konferansa Yekrêzî û Yekhelwestiya Kurd diyar kir ku wê ev konferans bandorê li ser parçeyên dinê yên Kurdistanê jî bike û wiha got:"Herî zêde wê ev konferans bandorê li ser yekîtiya di navbera gelên li Sûriyeyê jî bike. Ev gava konferansê gelek di wext û cih de bû." DÎMEN HEYE