Şîna kesên ku di şewatê de jiyana xwe ji dest dan tê ziyaretkirin 2025-06-06 18:30:49     AMED - Li Amedê li sîteyekê şewat derket û di encama şewatê Tûba Bîrcan Çavdar û 3 zarokên wê jiyana xwe ji dest dan. Ji bo kesên jiyana xwe ji dest dane li Amedê konê sersaxiyê hat vekirin û welatî diçin sersaxiyê.    Ji bo Tuba Bîrcan Çavdar û zarokên wê Elîf, Zeynep û Yûsûf Çavdar ku duh di şewata li Sîteya Rojava ya li Taxa Firat a navçeya Peyasa Amedê de jiyana xwe ji dest dan, li Mala Sersaxiyê ya Şehîdên Uhudê sersaxî tên qebûlkirin. Li gel Berdevka Meclîsa Jinê ya Partiya DEM'ê Halîde Turkoglû û Hevşaredarên Bajarê Mezin a Amedê Serra Bûcak û Dogan Hatûn, rêveberên Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) û Partiya Herêman a Demokratîk (DBP) serdana sersaxiyê kirin.   Hevşaredar Serra Bûcak û Dogan Hatûn ji malbatê re sersaxî xwestin û diyar kirin ku têkildarî şewatê lêpirsîn dane destpêkirin û dê bi awayekî zelal lêpirsînê bidin meşandin.   Piştî xwendina duayan heyet ji avahiya sersaxiyê veqetiya.