Li Wanê zarokekî bi awayekî guman jiyana xwe ji dest da 2025-06-13 12:27:17   WAN - Li navçeya Miksê zarokekî bi awayekî guman jiyana xwe ji dest da.    Li navçeya Miksê ya Wanê cenazeyê zarokekî 16 salî di çem de hate dîtin. Hat îdiakirin ku zarok li ber avê ketiye û jiyana xwe ji dest daye.    Welatiyên ku di saetên serê sibehê de cenaze dîtin, agahî dan polîs û komên tenduristiyê. Piştî lêkolîna cihê bûyerê, cenazeyê zarokî birin Saziya Tipa Edlî (ATK).    Der heqê bûyerê de lêpirsîn hate destpêkirin.