Bi hevjiyana azad ber bi neteweya demokratîk ve (1) 2025-06-16 09:07:38   Şoreşa civakî ya ku bi jinan dest pê kir   NAVENDA NÛÇEYAN - Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan di perspektîfa ku pêşkeşî Kongreya PKK'ê kir de, diyar kir ku niha pirsgirêka malbatî, pirsgirêkeke sereke ye û got: "Malbata pîroz, çîrokek e. Malbateke wisa pîroz nîn e. Jinê bi vî awayî dixin bin koletiyeke pir mezin. Ji ber vê êdî jiyaneke wiha ranake. Diteqe û zilam jî lêdide dikuje."   Hevjiyana azad di sala 2013’yan de bi pêşengiya Partiya Azadiya Jinên Kurdistanê (PAJK) bû rojevî. Ew wekî teoriyek ji bo afirandina civatek nû hat pênasekirin. Ew lêgerînek bû ji bo modelek ku her kesê ku dixwest azad bijî. Ev mijar bi her awayî ket rojeva her kesî û li ser nirxandin û şîrove hatin kirin.   Hevjiyana azad a ku bi pêşengiya jinên Kurd ve hat pêşxistin, bi ezmûn, zanîn û pratîk, her wiha bi perspektîfên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan hişmendiyek afirandin û şoreşeke zîhniyetê bi xwe re anî.    Piştî banga dîrokî ya Abdullah Ocalan a ji bo Aştî û Civaka Demokratîk, PKK di 5-7'ê Gulanê de Kongreya xwe ya 12'yemîn li dar xist û biryara têkoşîna çekdarî dawî kir. Abdullah Ocalan ji bo Kongreya 12'yemîn a PKK'ê 2 belgeyên cuda amade kir û pêşkêş kir. Rojnameya Serxwebûn belgeya 21 rûpelî ya ku Abdullah Ocalan di 25'ê Nîsanê de nivîsandibû di hejmara xwe ya 521'emîn û dawî de weşand.    Me di vê dosyaya xwe de mijarên wek dabeşkirina zindiyan, cudakariya zayendî, civakî bûn, bîrdozî, têkoşîna azadiya zayendî û jiyana bi hev re ya bêyî têkiliyên zayendperest û desthilatdarî-navendî girt dest. Bal kişand ser perspektîfa dîrokî ya Abdullah Ocalan ya ku bi 7 sernavên sereke pêk tê û bal dikişîne ser mijara jinê. Her wiha mijara “Hevjiyana Azad” û “Di neteweya demokratîk de hevjiyana azad” a ku di Manîfestoya Şaristaniya Demokratîk de cih digire, me xwest em ji xwendevanên xwe re parvebikin.    'Her tişt du alî ye'   Abdullah Ocalan di perspektîfê de wiha bal dikişîne ser dabeşbûna zindiyan ya nêr û mê: “Qasî ku hatî tespîtkirin, beriya 300 milyon salan dabeşbûna zindiyan ya nêr û mê pêk hatiye. Hûn dikarin van baştir lêkolîn bikin. Ez wiha bi awayekî çors îzah dikim, jixwe di vir de pêwîstî bi îfadeyeke zanistî jî nîne. Em bi awayekî felsefî nîqaş dikin. Çima dabeşbûnek nêr û mê ya wiha çêbû? Me got ya diyalektîka xwezayê. Diyalektîk ji vê berpirs e. Her tişt du alî ye. Made, ji enerjiyê çawa çêbû, parçe çawa ji hev cuda bûn. Belê di atomê de jî parçe hene. Jixwe parçe nebin atom pêk nayê. Made çawa vediguhere enerjiyê? Made, ango tiştên tên dîtin… Stêrk enerjiya ku bûne made ne. Formûla Einstein E=M. Formûla veguherîna enerjiyê ya madebûnê. Di vir de girîngiya formûlê ew e ku mijarê dide fêmkirin. Mijara mêtî û nertiyê jî dirêjahiya vê ye. Tiştekî derveyî yan jî dijî gerdûnê nîne. Berdewamiya wê, êdî hêdî hêdî şûna, dualîteya di hebûnekê de, yekbûna hebûnên cuda pêş dikeve. Hebûna nêr zêde dibe, hebûna mê zêde dibe û yek dabeşî duduyan dibe û ji duduyan carek din yekîtî… Her ku diçe nêrtiyek kûrbûyî û mêtiyek kûrbûyî pêş dikeve. Kêm zêde ev beriya 300 milyon salan e. Hem di nebatan de, hem jî di heywanan de pêşketinek wiha çêdibe. Hinek heywan girêdayî germahiyê hem nêr, hem jî mê dibin. Lewma ev tiştekî hişk nîne, vediguhere, rastiyeke diyalektîk e.   Ferq û cudahiyan bi qasî çiyan   Lê niha wisa xuya dike ne bi dewletê, pir beriya wê, 30 hezar sal beriya niha pêş ketiye. Di encamê de sazîbûnek mêr ya ku qet naşibe jinê û di jinê de jî tîpek kesayetê ya heçko di navbera wê û mêr de ferq û cudahiyên bi qasî çiyan hene derket pêş. Bala xwe bidinê di navbera kromozomê jin û mêr de ferqek pir biçûk heye. Ferqek pir biçûk e. Di encamê de tişta em jê re dibêjin fikir, taybetiya însan e û jin an jî mêrtiya fikrê nîne. Fikir, taybetmendiyeke ku van dubendiyan hemûyan derbas dike."   'Zayînek zehmet heye'   Abdullah Ocalan wiha bersiva "Jin û zilam cara yekemîn çawa rastî hev hatin?" dide: "Jin hebûnek dizê ye, zayîn di jinê de pêk tê. Di însan de zayîn cuda ye, divê baş were fêmkirin. Hemû lêkolîn nîşan didin ku zêdebûna nebatan hêsan e. Dabeşbûna şaneya yekemîn bi hêsanî pêk tê. Hûn zayîna heywanan jî dizanin, çêlikên wan di nava 24 saetan de radibin ser piyan. Di hemû heywanan de ev wiha ye. Hinek ji wan demkurt, hinek ji wan demdirêj in, lê mêzekirin û mezinbûneke hêsan heye. Di nava şeş mehan de lê mêze dikin û piştre berdidin û ew hebûna xwe berdewam dike. Lê dema em li cureyê însan dinêrin zayînek zehmet heye û ew jî têrê nake, heya 5-6 salan desteka dayikê nebe zarok nikare tenê bijî. Ango 24 saetên heywanan, di însan de heya 7 salan diçe. Ev çi pêwîst dike? Civakîbûyînek li derdora wê pêwîst dike. Ji ber ku zilam çi ye ne diyar e. Li holê têkiliyek 'diyardeya wekî têkiliya zarok û bav' nîne. Jin û zilam cara yekemîn çawa rastî hev hatin? Di însan de jî, di heywanan de jî ajoyeke cinsî heye. Ajoya cinsî jî wekî ajoya birçîbûnê ye. Ajo serwextî ye, îşareta zindîbûnê ye. Heke hisiyata birçîbûnê nebe têrbûyîn nabe. Lewre jiyan jî nabe. Heke ajoya cinsî nebe, zêdebûn jî nabe, dema zêdebûn nebe jiyan jî nabe. Em vê fêm dikin. Bav kî ye? Ya rast destpêkê bav nîne. Heta der barê mijara zayendîbûn bi kê re çêbûye, çawa çêbûye de serwextbûnek jî nîne; tenê ajoyek heye."   'Dixwazin dest daynin ser keda jinê'    Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, da zanîn ku jin giya kom dike, lê zilam nêçîr dike, zindî dikuje û wiha bi lêv dike: "Şer, kuştin e. Kuştina heywanekê/î cinayet e. Civakbûna ku ji hêla jinê ve li derdora toximên giyayan tê çêkirin tiştekî pir cuda ye. Dîsa ji bo bihêzkirina jinê kuştina zilam tiştekî pir cuda ye. Ez ê li ser vê mijarê berfirehtir bisekinim. Li vir zilam, di civaka qetilker de temsîla xwe dibine, jin jî ji bo bikare civakê li ser piyan bigire kar dike. Ji ber vê yekê çanda parastina civakê, li derdora jinê pêşketiye, xwe dispêre vê sosyolojiyê. Civaka ku şer û xenîmetê ji xwe re esas digire, civaka zilam e. Hemû kare wî xwe gihandina nirxê zêde ye. Marx vê bi çînîbûnê ve girêdide, hâlbuki ev wisa zêde rast nîn e. Dema derfeta nirxê zêde çêdibe, dîsa li derdora jinê xwarin zêde dibe zilam dixwaze dest deyne ser vî nirxî. Yanî zilam hem nêçîrê dike, heywanan dikuje hem jî dixwaze dest dayne ser keda jinê. Di esas de dixwaze jinê û keda jinê desteser bike."   'Civaka jinê heye'   "Avakarê civakê jin e, mal ji hêla jinê ve hatiye çêkirin" dibêje Abdullah Ocalan û wiha didomîne: "Li vir jin zarokên xwe mezin dike, klana jinê heye, civaka jinê heye. Xwe gihandiye asta xwedawendîtiyê. Tam 30 hezar sal civakê îdare kiriye. Lê li aliyê din zilam û nêçîrvanî heye. Biratiya zilam hatiye avakirin. Zilam nêçîrvaniyê dike, heywanan dikuje, ger serkeftî bibe şahî çêdike. Lê dibîne ku jin çandiniya genim, nîsk, ceh dike. Bi vî awayî bi avakirina gundan civaka neolîtîk pêş dixe. Mal saz dike. Çima? Ji ber ku zarokên wê hene û divê zarokan biparêze, xal û xaltiyên wê hene. Zarokên wê hene û ev klanek e. Jin klan çêdike, ava dike, çandiniyê dike, îcad dike."   'Malbata pîroz, çîrokek e...'   Abdullah Ocalan di nirxandinên xwe de wiha bal dikişîne ser mijara malbatbûnê: "Niha, rewşa heyî wiha ye: Zilam kengî bixwaze, bêhna wî teng bibe jinê dikuje. Îro êdî gund jî, bajar jî wisa lê hatiye. Riha jî wisa ye, Stenbol jî wisa ye. Belkî ev li Stenbolê zêdetir be. Niha pirsgirêka malbatî, pirsgirêkeke sereke ye. Li gorî min çavkaniya vê tiştî zewac e. Ji ber destgirtina zewaca heyî tiştên wiha diqewimin. Malbata pîroz, çîrokek e. Malbateke wisa pîroz nîn e. Jinê bi vî awayî dixin bin koletiyeke pir mezin. Ji ber vê êdî jiyaneke wiha ranake. Diteqe û zilam jî lêdide dikuje. Rojname bi nûçeyên wiha dagirtîne. Di nav hezar jin de yek jin li zilam naxe, lê di nav hezar zilam de 999 zilam li jinê dixe. Kî dikare vê înkar bike. Her tişt zelal e. Divê mirov rast nêzîk bibe. Pirsgirêka ku em qalê dikin wiha xwe dide der. Yanî ev pirsgirêk wisa ji ber çînayetî dernakeve holê. Ji têkiliya jin û zilam derdikeve. Ev pirsgirêkeke bingehîn e. Me di destana Gilgamêş û civaka Sumer de ev rastî dît. Piştre, me di pêşketina dewlet, bajar û çînan de vê pêşketinê bi awayekî bihêztir dît. Di Tewratê de heye. Di Quranê de jî gelek minakên wiha hene. Dibe ku sergirtina Xirabreşkê jî çalakiyeke zilam be. Lê ji bo vê wisa teqez nikarim tiştekî bêjim. Ez li ser vê spekûlasyon nakim. Xirabreşkê çandeke berfireh e. Di navbera Dîcle û Firatê de 200 bermahiyên dîrokî hene. Li Karahantepeyê serweriya zilam bi organa cînsî ya zilam hatiye nîşandan. Peykerên wiha hene. Ji Misrê bigire heya Hindistanê peykerên wiha belav dibin. Serweriya zilam a nû bi van peykeran tê nîşandan."   'Civaka dayiksalar darbeyeke mezin dixwe'   Abdullah Ocalan diyar kir ku beriya vê tam 30 hezar sal civakbûn li derdora jinê pêş dikeve, hilberîneke zêde çêdibe û wiha tîne ziman: "Flora û Faunaya Mezopotamyaya jorîn pir dewlemend e. Her cure giya heye. Derdora Qerejdaxê wiha ye. Çandiniya ceh û genim li dewrûbera Qerejdaxê pêş dikeve. Mih û bizin li vir tê kedîkirin. Li vê herêmê baraneke baş heye. Li cihên din ên dinyayê ev pir sînordar e. Li vir baran û ax bi awayekî pir baş hev temam dikin. Ji ber vê li vir hejmareke zêde giya û heywan derfetê jiyanê dibîne. Mirov ji Afrîkayê tên, li vê herêmê kom dibin. Li vê derê gelek giya û heywan heye. Hem ji bo berhevkariyê hem ji bo nêçîrvaniyê derfetên pir mezin hene. Ji ber vê li vê qadê hem berhevkarî hem jî nêçîrvanî pêş dikeve. Yek li derdora jinê pêşdikeve ya din jî li derdora zilam. Di encamê de pêvçûn çêdibe. Di destê zilamê nêçîrvan de çek heye. Şer bi Obsîdyen û kevirê çaqmaqê çêdibe. Ev çek, hê jî li derdora Xirabreşkê hene. Bazirganiya Obsîdyenê tê kirin. Bazirganiya herî bi qîmet e. Di esas de Obsîdyen çek e. Kêreke tûj e. Zilam, bi vê kêrê her kesî dibire. Jin ji ber vê têk diçe. Dema di destê komeke biçûk a zilam de kêra Obsîdyen hebe, biçe li ku derê dibire û dikuje. (Ez jî ji xalê xwe pir hez dikim û ji bo min pir bi nirx e. Metên xwe nas nakim. Xaltiyên xwe baş nas dikim.) Di civaka dayiksalar de wekî birayê dayik di klanê de xal bibandor e. Wê demê bi vî awayî taybetmendiya civaka dayiksalar tê parastin. Di şoreşa pêşdikeve de civaka dayiksalar darbeyeke mezin dixwe. Hem nirxên wê jê têne standin hem jî zarokên wê yên xort û jin wekî kole tên şixulandin. Jin jî bi zewaca pîroz zilam dikuje."   'Li ser dewletê mohra zilam heye'   Abdullah Ocalan wiha behsa koletiya jinê dike: "Bêguman ev bîrdoziya ku jinê bi mal ve zincîr dike pir xeter e. Dibe pirsgirêkeke mezin. Min jî diyar kir; di civakê de pirsgirêk wiha dest pê dikin. Pirsgirêka esasî ya civakê ev e. Ev bi xwe re çîn û dewletê tîne. Jixwe zilam van hemûyan dike. Zilam, şoreşa arîstokratîk dike, şoreşa bûrjûwa dike, lê ev hemû bi koletiya jinê pêk tên. Dema zilam dibe dewlet, êdî ti tiştek namîne ku bikaribe pêşiya zilam bigire. Dewlet hêza bê dawî ye. Li ser dewletê mohra zilam heye. Bingeha azadiya jinê me avêt. Ev çawa dikare pêş bikeve? Min, beramberî jinê wekî rêz wiha got “Azadî pêşî di fikir de dest pê dike.” Jin çawa bixwaze bila wisa bijî. Helbet ger hêza we hebe.” Dibêjin “Dev ji jin û zilam berde, bila bi hev şabin, bibin hezkiriyên hev.” Ger hûn bikaribin vê bikin. Min ti astengî nedaniye pêşiya vê. Lê wê demê ez nabim berpirsyarê ji tiştên ku diqewimin. Ez tenê dikarim pencereya azadiyê vekim. Lê tu dinêrî her der hatiye girtin. Tu berê xwe bidî kîjan zilamî, bixwazî pê re bizewicî bi hesteke pir bihêz a milkirinê re rûbirû dimînî. Yanî hê jî ji wekheviyê pir dûr in. Mîsoger tu yê li cihekî darbeya zilam bixwî. Hûn hev berdin jî tu yê çawa bijî?    'Jina ku mecbûrê nan e û destê zilam dirêre'   Di perspektîfa dîrokî ya Abdullah Ocalan a ku bi 7 sernavên sereke pêk tê de wiha bal dikişîne ser aboriya jinê: "Jina ku aboriyê avakiriye îro mecbûrê nan e, destê zilam dinêre. Zilam kar neke, jin birçî dimîne. Halbûkî aborî ji hêla jinê ve hatiye sazkirin. Hûn dizanin peyva Eko-nomî, peyveke Helenî ye. Tê wateya “Debara malê.” Wateya peyvê ev e, yanî karê mal e, zanista aboriya mal e. Ev karê jin e. Di serdema nêz de jin, bi temamî ji aboriyê hatibû qutkirin. Baş e, niha di destê jinê de aboriyek heye? Na, nîn e. Niha aborî, di destê şîrket û zilaman de ye. Dema ez vê dibêjim her kes şaş dimîne.    Di serdema jinê de aboriyeke xurt hebû'   Yê aboriyê dixe bin serweriya zilam Rojava ye. Di serdema navîn û serdema yekem de di destê jinê de aboriyeke xurt hebû. Lê kapîtalîzmê vê derfetê bi temamî ji holê rakir. Her tişt kete destê şîrketan. Pere û şîrketên fînansê di destê zilam de ye. Li ser pere û aboriyê giraniya jinê nema ye. Yanî di vê mijarê de jin, bi temamî bi zilam ve hatiye girêdan. Pere, teknîk û zanist di destê zilam de ye. Baş e, li vir pozîsyona jinê çi ye? Ez ji vê rewşê re dibêjim 'Bilbila ku di qefesê de dixwîne' an jî 'Xemla malê ya ji bo zilam.' Niha tenê ne bedena jinê; ji pora jinê bigire heya çîpên wê, ji ruhê jinê bigire heya dengê wê, her tiştî jinê dibe mijara bazarê, tê kirîn û firotin. Ma, reklam li ser bedena jinê nayê meşandin? Ev tiştekî pir xirab e. Hûnê xwedî li bedena xwe derkevin. Bedena ku bi temamî ji hêla zilam ve tê kontrolkirin bedena we ye. Hûnê çawa bikin? Hemû sînorên te, jiyana te ji hêla zilam ve hatiye diyarkirin. Ger pere nede tu birçî dimînî. Ez naxwazim tabloya heyî bi gotinên cuda girantir bikim. Ev hemû çêbûne. Min çi got? Min got: Sosyalîzm bi azadiya jinê pêkan e.   Derfeta fikirandina azad   Li gorî min derfeta fikirandina azad pir girîng e. Yê mirov dike mirov, fikirandina azad e, ev hinek di Sokrates de jî tê dîtin. Fikra wî ya azad bi zewacê ve girêdayî ye. Tişta ku min li ser piyan digire fikra azad e. Hûn jî ancax wiha dikarin li ser piyan bimînin. Ger fikra azadiyê ji destê we bê standin hûnê jî xilas bibin. Ji ber vê yekê encax li ser vê bingehê ew ê ev derketin û sosyalîzma nû pêş bikeve, encax li ser vê bingehê wê hebûna Kurd a nû û nasnameya Kurd a nû derkeve pêş. Rexneyên me yên li ser şaristanî, modernîte û koletiya jin her diçe kûrtir û bihêztir dibin. Herî kêm em dikarin di asta kesayet de pirsgirêkê derbas bikin, di asta kolektîf de jî pêşketin hene. Li gorî min ji sosyalîzmê re tevkariya herî mezin ev e. Min wekî destpêk li ser bingeha ‘Pirsgirêk û civakbûna jinê’ ev tişt  got."