Shaghayegh Noruzî: Darvekirin alava serdestiyê ye 2025-06-17 09:05:01      Melek Avci   ENQERE - Aktîvîsta Îranî Shaghayegh Noruzî der barê cezayên darvekirinê de axivî û got: “Ev înfaz ne alavên edaletê ne, ev alavên serdestiyê yên bi xwîna gel hatine îmzekirinê ne. Rejîma ku bi nasnameyan re têkiliyê danayne, berê xwe da sêdaran.”   Li Rojhilat û Îranê, têkoşîna jinan a li dijî hikûmeta Komara Îslamî didome. Hikûmeta Îranê bi armanca şikandina  têkoşînê bi çek û cezayên darvekirinê serî li her rê didin. Tevî hemû polîtîkayên çewisandinê jin şûnde gavê navêjin, têdikoşin. Piştî serhildana ‘jin jiyan azadî’ hikûmetê bi awayekî tund êrîşê jinan kir û darvekirin wek alavek zextê bi kar anî.   Hevkariya jinan nasname û têkoşîn   Li aktîvîst û rojnameger Pexşan Ezîzî di 23’yê Tîrmehê de cezayê darvekirinê hat birîn. Di sibata 2024’an de jî li Werîşe Muradî doz hat vekirin û di mijdara 2024’an de cezayê darvekirinê hat birîn. Li aktîvîsta mafê karkerên jin Şerîfe Muhammedî jî di Çileyê 2025’an de cezayê darvekirinê hat birîn.   Ev aliyê siyasî yên sûcdariyan hem jî bêdadiya pêvajoyan rê li ber bertekên qada navneteweyî vekiribû.   Aktîvîsta Îranî Shaghayegh Noruzî der barê mijarê de axivî.   ‘Rejîm hêrsa li hundir gur dike’   Shaghayegh Noruzî da zanîn ku hikûmeta Îranê ji bo protesto bidawî bibin li şûna şûnde gavê bavêje hêrsê mezin dike û got: “Komara îslamî dîsa ji bo hebûna xwe bidomîne, berê xwe da înfazê. Rojhilata Navîn bi şer dişewite û Îsraîl ji gelek aliyan ve pêş dikeve. Rejîm tevî zanabûna xwe ya jeopolîtîk a menkul, agirên sînorên xwe gur dike û giran dike. Di vê dema ku divê pêşî li aliyên siyasî bigire, berovajî vê hêrsê gur dike.”   ‘Hedefa ewil nasname ne’   Shaghayegh Noruzî daxuyakirin ku cezayên darvekirinê di van gurkirinan de tên bikaranîn, yên ewil dibin sêdarê jî ‘gelên ne din in’. Shaghayegh Noruzî wiha anî ziman: “Di vê lîsteyê de yên herî zêde hedef tên girtin Belûc, Kurd, Ereb û Afgan hene. Yên ewil hedef tên girtin nasname ne. Darvekirinên li Îranê mekanîzmaya paqijkirin-çewisandinê ne. Ne ji ber sûcan, ji ber nasnameya wan tên qetilkirin. Kurd, Belûc, Ereb, Afgan her tim bi zextan re hatin rû hev. Ji bo hebûna xwe bidomînin van zextan didomînin. Li şûna bi nasnameyên din re bên gel hev, bêrê xwe didin sêdarê.”   ‘Li girtîgehê bû peyama jiyan, berxwedan û têkoşînê'   Shaghayegh Noruzî der barê êrîşên hikûmetê yên li hember aktîvîstên jin jî axivî û wiha anî ziman: “Jinek wek Pexşan Azîzî girtîgeha jinan veguhert qada şer. Ew pisporek ximzeta civakî bû. Li nav çar dîwarên girtîgehê bû mamamosteya berxwedanê. Di girtîgehê de jî peyama jiyan, berxwedan û têkoşînê da. Dewlet ne tenê ji çalakiyên van jinan, ji hêza wan a ku siyasetê ji nûve pênase dike, ditirse.”   ‘Em bêdeng namînin’   Shaghayegh Noruzî di dawiya axaftina xwe de destnîşan kir ku tevî zext û êrîşan berxwedan li her qadê didome û got: “Berxwedan didome. Malbat ji bo zarokên xwe ji sêdarê xilas bikin têdikoşin. Ji malbata heta tevgerên civakî û torên piştevaniyê yên global. Em li dijî vê bêdeng neman û namînin.Teşhîrkirin, şahidîkirin, vegotina çîrokan hemû çekên me yên li dijî polîtîkayên înfazê ne. Ji bo azadiya jinê divê piştevaniyek enternasyonalîst hebe. Dirûşmeya ‘jin jiyan azadî’ ne dirûşmeyek herêmî ye, zimanekî global e. Divê cîhan li me guhdar bike.”