Danişîna rojnameger Hatîce Şahîn hat taloqkirin 2025-06-17 14:36:49     AMED - Di rûniştina ji nû ve darizandina rojnamevan Hatice Şahin de, biryar hat dayîn ku ji bo yekkirina dosyayê raporek nû were nivîsandin. Rûniştina din ji bo demek din hate paşxistin.   Li rojnameger Hatice Şahin bi îddiaya "endamtiya rêxistinê" 6 sal û 3 meh cezayê girtîgehê hatibû birîn. Piştî ev ceza li dadgeha îstinafê hat xerakirin şûnde ji nû de hat darizandin. Rûniştina duyem a dozê li 9'emîn Dadgeha Cezayê Giran a Amedê hat dîtin. Hatice Şahin tevli rûniştinê nebû lê parêzera wê Bahar Oktay li rûniştinê amade bû.    Rûniştin taloqî 27'ê Mijdarê hat kirin.