ROJEVA 22’YÊ HEZÎRANA 2025’AN 2025-06-22 09:00:00     *Endama Meclîsa Şaredariya Payîzava Herdem Acar der barê xebatên şaredariya Payîzava yên piştî qeyûman kirine de axivî û got: “Dema em hatin hemû saziyên der barê jinan de hatibûn girtin. Projeya me ji aliyê qeyûm ve hatibû betalkirin.” DÎMEN HEYE    *Seroka DTO’yê Elîf Turan balkişand ser rewşa girtiyên nexweş û got: “Ev mafê tenduristiyê ye. Mafê jiyanê ye. Em maf nabe mijara bazarê.” DÎMEN HEYE   * Gulperî Îlbasan ya ku bi salane têkoşînê dide û keça xwe di pevajoya pevçûnê de winda kiriye, got divê her kes berpirsyariya xwe bîne cih û wiha dirêjî dayê: “Me gavên xwe ji xwe avêtine. Em bixwe bawerin. Ew çavsoriya xwe didomînin. Ew jî aştiyê bixwazin bila demildest gavê bavêjin.” DÎMEN HEYE   *Hevseroka SES a Amedê Yildiz Ok Orak der barê rêziknameya tendurisityêya heyî axivî û got pergala heyî ya tenduristiyê nexweşketina civakê esas digire û got: “Em bi mantiqek ku me nexweş nake, ji nexweşiyan diparêze vî karî dikin. Ji ber vê jî divê ev rêziknameya ezyetê demildest paşve bê kişandin.”